Sê leşkerên li Îmraliyê wezîfedar hatin binçavkirin!

Yek serpel û 2 berbazên li Îmraliyê wezîfedar, di operasyona FETO/PDY de hatin binçavkirin.

Ji dema hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê û vir ve ti agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê girtin. Lewma fikarên li ser ewlekarî û jiyana wî kêlî bi kêlî zêde dibin. 

Yek serpel û 2 berbazên li Îmraliyê wezîfedar, di operasyona FETO/PDY de hatin binçavkirin. Serpel H.U. û berbaz H.Û û M.S. ên li yekîneya jendermeyan a ji ewlekariya derve ya girtîgehê berpirsyar wezîfe dikirin, hatin binçavkirin û sewqî Midûriyeta Emniyetê ya Bûrsayê hatin kirin.