Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag di komcivîna partiya xwe de avixî.
Yuksekdag destpêka axaftina xwe bertek nîşan da ji ber sedema ku şandeya ji Şirnexê û Colemergê hatî, bi hênceta ‘ewlekariyê’ nehiştin têkevin kampûsa Meclîsê.
‘MEKANÎZMAYA DARBEYÊ KU BERIYA BI SALEKÊ HATÎ AVAKIRIN NIHA SAZKAR E’
Yuksekdag di axaftina xwe de bal kişande ser mekanîzmaya darbeyê û got desthilatdariya niha tişta ku darbekaran dixwest bike pêk tîne û diyar kir yasaya tûrikî jî yek ji wan e, ‘’Mekanîzmaya darbeyê ya ku beriya niha bi salekê hatî avakirin niha sazkar e. Bi ser de jî, tişta ku darbekeran dixwestin bikin, ji wan zêdetir jî dikin. Ku hewldanana darbeyê ya 15’ê Tîrmehê bi ser biketa, tişta ku wan jî nikarîbû bike desthilatdariya niha dike. Yasaya tûrikî ya ku îro hatî meclîsê jî yek ji van e. Bi qanûna tûrîkî bi temamî rejîma darbeya sivîl kirin. Tekane cihêtiya wê ya ji darbeya leşkerî ew e ku avaniya zagonçêkirinê hebûna xwe didomîne. Di nav leşkeran de tekane cihêyî ew e ku bi awayekî sembolîk hebûna saziya qanûnçêkirinê, ya meclîsê ye. Li Meclîsê zagonçêkirin, bi fermana Qesrê, bi awayê ku xwe dispêrê hişmendiya dîktayê berdewam e. Bi qanûna tûrikî ku dixwazin bînin, dixwazin qeyûman bînin ser şaredariyan ku ji mêj ve jêravaniya vê dihate amadekirin.’’
‘ÊN KU JI ÇARESERIYÊ RANTA SIYASÎ XWARIN ÎRO DIBÊJIN ARÎŞEYA KURD NÎN E’
Yuksekdag têkildarî gotina Serokwezîrê Tirk û Serokê Giştî yê AKP’ê Bînalî Yildirim ku îro di komcivîna partiya xwe de gotî, ‘’arîşeya Kurd nîn e’’ bertekek tund nîşan da û got, ‘’Serokwezîr bi vê axaftina xwe çû beriya 15 salan. ‘Li Tirkiyê arîşeya Kurd nîn e’’ ji kûderê ber bi kû ve? Ên ku dixwestin ku ji çareseriyê rantê bixwin îro dibêjin arîşeya Kurd nîn e. Sibe jî wê bibêjin Kurd nîn in, ew Tirkên çiyayî ne, ji qart û qurtê hatine.’’
‘BILA KES NE LI BENDÊ BE KU EM SERÊ XWE JI QEYÛMÊ RE BITEWÎNIN’
Yuksekdag têkildarî tayinkirina qeyûmê jî got, ‘’ev êrîşe dîrokî ye ku qebûlkirina vê ne pêkan e û bila kes ne li bendê be ku em serê xwe jê re bitewînin’’ û wiha pê de çû, ‘’Kesên ku hûn ê wan wekî qeyûmê tayin bikin, generalên darbekar ketibin çi halî, ew ê jî bikevin heman halî. Kesên ku li bajarên Kurd darbe kirin, hatin li Enqerê darbe ferz kirin. Qeyûmên ku hûn ê wan bişînin jî, çawa general têk çûbin û vegeriyabin ew ê jî wiha vegerin.’’
Têkildarî derxistina ji statûya bajarbûnê ya Şirnex û Colemergê jî Yuksekdag got, ‘’Ên ku bi hilbijartinê bi ser nektin niha bi darbeyê dixwazin bi ser bikevin. Derxistina ji statûya bajarbûnê ya Şirnex û Colemergê jî wiha ye. Dixwazin gel li ser dubendiya bajêr û navçeyê bînin pêşberî hev. Li Colemerg û Şirnexê jî wekîlên AKP’ê nîn in. Astengiyên yasayî nîn in, bêyî ku Colemerg û Şirnex ji statûya bajêr werin derxistin, Cizîr û Gever dikarin bikin bajar.’’
‘GELÊ NISÊBÎNÊ YÊN KU BI TÊLAN HATÎ PÊÇAN XAKA XWE NETERIKANDIN’
Em li her derê li hember kesên ku jiyanê têk didin jiyanê diparêzin. Yek ji cihê ku hilweşayî û bûyî kavil Nisêbîn e. Niha hinek taxên Nisêbînê bi têlan hatine dorpêçkirin. Li pişt wan têlan cenazeyên ku li bendê ne bên rakirin hene. Gelê Nisêbînê xaka xwe ya ku bi têlana hatî pêçan neterikandin. Li cihê ku malên wan hilweşayî û bûne kavil, xaka xwe neterikandin. Em ê piştgiriyê bidin gelê xwe yên ku ji xakên xwe derneketin û li hember ferzkirina sûrgunê li ber xwe dan re bin. Ez bang li her kesê dikim ku piştgiriyê bide gelê Nisêbîn û gelê Şirnexê. Her mal welatke, jiyaneke. Her mal em in. Ji bo li dijî hilweşîna her malekê em ê li ber xwe bidin.
‘LI DÛR LI FETO’YÊ NEGERIN, HUN BI XWE NE’
Yuksekdag bûyerên ku darbeya 15’ê Tîrmehê û pîştî wê qewimîn jî nirxand û wiha anî ziman: “Yên ku dibêjin em hatin xapandin 14 salan bi rêxistina Fetûllah Gulen re dixwazin têkiliyên xwe xilas bikin. Ne hikûmet tevahî 14 salan ew bi xwe hatin xapandin. Ne karîn me, yanî hêzên demokrasiyê bixapînin? Ne karî me bixapîne, lê ne hikûmet ew bi xwe xapiyan. Serokkomar dibêje 17-25’ê Kanûnê hişê me anî serê me, em şiyar bûn. Dema ku mesele hate pere, ga mir hevkarî qediya. Heta wê gavê hevkariya wan a bi Gulen re diparastin. Tomarên vê yên bê hed û hesab hene. Heta wê gavê ti tişt nebû, dema ku kar hate rant û belavkirin wê demê ga mir, hevkarî qediya.
Bi hatina xapandin vê ji vê rewşê xilas nabin. Ev desthiladar wê hesabê hevkariya xwe ya bi darbekaran re bide. Li vir li wir li ‘Feto’yiyan’ negerin, Feto hûn in, hûn.”
Yuksekdag li hember Distûra Bingihîn a ku bê HDP’ê ava dikin jî bertekên tûnd raber kir û wiha pê de çû: “Niha HDP’ê didin aliyekê û dixwazin Komîsyona Distûra Bingihîn ava bikin, dixwazin ji vê yekê jî tiştekî derbixin. Ji sê tiştên kevin yeke nû çênabe, ji sê yên kevin enceq pîneyên hev bidirûn û bipêçin. Bi awayekî korsan, Distûra Bingehîn a ku ji 3 milyon welatî û HDP’ê veşartî ava bikin ,ti meşrûtiyeta xwe nîne. Hilberîna fasona guhertîna Distûra Bingehîn a li bin derîncekan e.”
Yuksekdag serkeftina Minbicê jî pîroz kir, helwesta Tirkiye jî rexne kir û wiha axivî: “Eger ku li hember têkoşînekî mezin a şikandina rêxistinekî hovane keyfxweş nebin, ji vê yekê nekarin serkeftinê bixwazin, wê ev tarîtî rojekê ew desthilatdariya ku we xilaskirî jî bi dawî bike.”
NAMEYA EBÛ LEYLA HATE XWENDIN
Yuksekdax axaftina xwe bi xwendin nameya Fermandar Faysel Ebû Leyla yê ku di rizgarkirina hemleya bajarê Minbicê de jiyana xwe ji dest dabû ve bi dawî kir.
Di civîna komê de Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Tûrk, hevşaredarên Bajarê Mezin ê Wanê Bekir Kaya, Hevşaredarê Êlihê Sabrî Ozdemîr û heyetên ku li dijî ji bajarxistina Şirnex û Colemêrgê hatine Enqerê jî beşdar bûn.