15’ê Tebaxê tê silavkirin, azadiya Ocalan tê xwestin
Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pîrozbahiya Pêngava 15’ê Tebaxê çalakî didomin. Kurdên li Elmanya, Frans û Yewnanîstanê azadiya Ocalan xwestin, 15’ê Tebaxê silav kirin.

KÎEL
Li bajarê Kîel ê Elmanyayê 15’ê Tebaxê hate pîrozkirin. Yên tevlî pîrozbahiyê bûn posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, fermandarê efsûnewî Mahsûm Korkmaz (Egîd), Kadîr Çelîk, Mehmet Can Gurhan û jinên şoreşger ên li Parîsê hatibûn qetilkirin Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan rakirin.
Di daxuyaniyê de jî hate destnîşankirin ku têkoşîna ku îro li her parçeyên Kurdistanê tê meşandin berhem û berdewama Pêngava 15’ê Tebaxê ye.
ATÎNA
Kurdistaniyên li paytexta Yewnanîstan Atînayê jî li tiyatroyeke bajarokê Lavrîonê 15’ê Tebaxê pîroz kirin. Bi sedan Kurdistanî û Yewnanî tevlî pîrozbahiyê bûn. Di aktîvîteyê de hunermendên Kurd û Yewnan derketin ser dikê.
Di pîrozbahiyê de li ser navê Meclîsa Gel a Yewnanîstanê Kendal Semsûr axivî û got; “15’ê Tebaxê cejna vejînê ye. Lê pêvajoya niha êdî ji vejînê derbasî azadiyê dibe. Esas wezîfeya vê pêvajoyê jî azadkirina Rêber Apo û Kurdistanê ye.”
PARÎS
Li paytexta Fransa Parîsê jî di pêşengiya Ciwanên Azad de pîrozbahiya 15’ê Tebaxê hat lidarxistin. Meşa meşaleyî ji ber parlemenê destpê kir. Di domahiya meşê de belavok hatin belavkirin.
Aktîvîte, bi dirûşmeyên daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bû.
EVRY
Li qada Evry ê Parîsa Fransa jî di pêşengiya DKTM’ê de tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate protestokirin. Di çalakiyê de ku li ber Gara Grîgny hate lidarxistin, Pêngava 15’ê Tebaxê jî hate silavkirin.