Êrîşa li çapemeniya azad: Ozgur Gundem hat girtin
Rojnameya Ozgur Gundemê ji aliyê 8. Dadgeha Ceza ya Sûlhê ya Stenbolê ve hat girtin.
Rojnameya Ozgur Gundemê ji aliyê 8. Dadgeha Ceza ya Sûlhê ya Stenbolê ve hat girtin.
Hikûmeta AKP'ê êrîşên xwe yên li hemberî medya Kurd roj bi roj zêde dike. Hikûmeta AKP'ê, rojnameya Ozgur Gundemê girt. 8. Dadgeha Ceza ya Sûlhê ya Stenbolê, 'propaganda PKK'ê weke hinceta girtinê nîşan da.
Nûçeya li ser girtina Ozgur Gundemê di medya AKP'ê de hat weşandin. Lê ev biryar hê ji rojnameya Ozgur Gundemê re nehatiye ragihandin.
Di salên 1990'î de bi dehan xebatkarên rojnameya Ozgur Gundemê hatibûn qetilkirin û navenda wê hatibû bombekirin.
Rojname ji 7'ê Hezîranê û vir ve ketibû ber lêpirsînê. Li hemberî zext û zordariya li rojnameyê dihat kirin, kampanya piştgiriyê ya bi navê 'berpirsyariya giştî ya demkî ya Ozgur Gundemê' hatibû destpêkirin. Bi dehan akademîsyen û rojnamevan tevlî vê kampanyayê bûn û destek dan rojnameyê. Akademîsyen Şebnem Korûr Fîncanci, rojnamevan Erol Onderoglû û nivîskar weşanger Ahmet Nesîn ên tevlî kampanyayê bûn, hatibûn girtin.