Pîrozbahiyên 15'ê Tebaxê yên li Ewropayê

Ji bo silavkirina salvegera pêngava 15'ê Tebaxê, Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn civîn, meş û pîrozbahî lidar xistin.

Pêngava 15'ê tebaxê li bajarê Saînt Avold ê Fransayê bi civînekê hat pîrozkirin. Li bajarên Hambûrg û Aûrîch ên Elmanyayê jî meş hatin organîzekirin.

SAÎNT AVOLD

Li bajarê Saînt Avold ê herêma Lorraîne ya Fransayê, bi beşdariya sed kesî li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd civînek hat lidarxistin.

Di civînê de sînevîzyonek li ser Pêngava 15'ê Tebaxê hat nîşandan û nûnerê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd axivî. Qiseker da xuyakirin, ku ruhê berxwedanê yê li Dihê û Şemzînanê destpê kir, herî dawî li Minbicê serketin misoger kiriye û got, "Li ser van lehengiyan bi dehan pirtûk hatin nivîsandin û wê hê bên nivîsandin."

Di civînê de işaret bi tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat kirin û hat destnîşankirin, pêvajo gelekî hesas e, lewma divê gelê Kurd li gorî vê yekê helwestê nîşan bide.

AÛRÎCH

Li bajarê Aûrîch ê Elmanyayê, endamên Meclîsa Jinê ya Viyan û ciwanên Kurd meşiyan. Di meşê de dirûşmên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin qîrîn û banga rakirina tecrîdê hat kirin.

Piştî meşê, jin û ciwanan avahiya Şaredariya Aûrîchê dagir kirin û bang li rayedaran kirin, ku daxwazên Kurdan bibînin. Çalakgeran gotin, "Eger dilê me ne rehet be, divê ti kes rehet nebe û wê nebe."

LI HAMBÛRGÊ PÎROZBAHIYA BI COŞ

Li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê, cejna vejînê 15'ê Tebaxê bi meşeke bi meşaleyan hat pîrozkirin. Meş bi pêşengiya Ciwanên Azad Hambûrgê ve hat lidarxistin û tevî hemû hewldanên provokasyonê yên komên faşîst jî, bi coş derbas bû.

Di meşê de posterên mezin ên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û fermandarê pêngava 15'ê Tebaxê Mahsûm Korkmaz hatin hilgirtin û dirûşmên 'Bijî Serok Apo' û 'Jin jiyan azadî' hatin qîrîn. Meşê ji Hachmannplatzê heta Jûngfernstîegê dewam kir û bi mîtîngekê qediya.

Nûnerê ciwanan li mîtîngê axivî û destnîşan kirin ku ew ê li her cihî xwedî li mîrateya 15'ê Tebaxê derkevin ûn bidin jiyîn. Mîtîng bi gerandina govendê qediya.

...