Leşkerên li Îmraliyê hatin binçavkirin, hatin girtin
Ji sê leşkerên li Girava Îmraliyê wezîfedar ên piştî hewldana darbeyê hatin binçavkirin, serpel Hasan Urkut û berbaz Mehmet Sarica hatin girtin.
Ji sê leşkerên li Girava Îmraliyê wezîfedar ên piştî hewldana darbeyê hatin binçavkirin, serpel Hasan Urkut û berbaz Mehmet Sarica hatin girtin.
Serpel Hasan Urkut, berbaz Mehmet Sarica û H.Û yên li Girava Îmraliyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lê tê ragirtin wezîfedar bûn, di çarçoveya lêpirsîna 'FETO/PDY' de duh hatin binçavkirin. Her sê leşker îro sewqî edliyeyê hatin kirin.
Piştî lêpirsîna dozgeriyê, ji bo wering irtin radestî 1. Dadgeha Ceza ya Sûlhê ya Nobedar hatin kirin. Serpel Hasan Urkut û berbaz Mehmet Sarica bi biryara dadger hatin girtin, berbaz H.Û. jî bi şertê 'kontrola edlî' hat berdan.
OCALAN BERÊ GOTIBÛ
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan beriya niha ji heyeta HDP'ê re gotibû, ku darbekar bi qasî 500 metreyan nêzî wî ne.
Fikarên gelê Kurd ên li ser tenduristî û ewlekariya Ocalan roj bi roj zêde dibin. Çalakiyên Kurdan ên di vî warî de her dewam in.
KARAYILAN HIŞYAR KIR
Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan duh daxuyaniyek dabû û ev hişyarî dabû: "Ewlehiya Rêber Apo ewlehiya Tirkiyeyê ye. Eger Rêber Apo di nava xeteriyê de nebe, hingî hemû lîderên Tirkiyeyê di nava xeteriyê de ne."
AKP DAXUYANIYÊ NADE
Hikûmeta AKP'ê eşkere nake, ku di şeva 15'ê Tîrmehê de li Îmraliyê çi qewimiye. Di heman demê de nahêle parêzer, malbat û heyeta HDP'ê biçin Îmraliyê.