Li Stockholmê pîrozbahiya rengîn a 15'ê Tebaxê
Ciwanên Kurd ên li paytexta Swêd Stockholmê dijîn, 32. salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê li navenda bajêr pîroz kirin.
Ciwanên Kurd ên li paytexta Swêd Stockholmê dijîn, 32. salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê li navenda bajêr pîroz kirin.
Ciwanen Kurd duh êvarê li pêşiya stasyona metro ya Slûssenê li hev civiyan û bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK, KCK, YPG/YPJ rê li trafîkê girtin û di kolana Gotgatanê de meşiyan.
Ciwanên ku tîşortên bi nivîsa "Ji Ocalan re azadî" li xwe kirin, dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe", "PKK gel e gel em in" û "Ji Ocalan re azadî" qîriyan.
Ciwanan di dema meşê de dûyê kesk, sor û zer li kolanê belav kirin û kolan xemilandin.
Ciwanên xwe gihandin meydana Medborgarplatsenê û li vê derê govend gerandin û Pêngava 15'ê Tebaxê pîroz kirin.