Gelek kes li Şirnex û Enqereyê hatin binçavkirin
Di serdegirtinên malan a navçeya Silopiyayê ya Şirnexê de gelek kes hatin binçavkirin. Jimara kesên ku li Taxa Tûzlûçayir a Enqereyê de hatin binçavkirin gihişte 11’an.

ŞIRNEX/SILOPIYA
Di serdegirtinê malan a li Taxên Karşiyaka, Şehîd Harûn û Ofîs a Silopiyayê ya Şirnexê de gelek kes hatin binçavkirin.
Li taxên Ofîs, Karşiyaka û Şehît Harûn yên Silopiyaya Şirnexê duh bi şev polîsan bi ser gellek malan de girt. Di serdegirtinan de hat ragihandin ku Asûman Kulter, Mehmet Baran û gellek kesên ku navên wan nehat zanîn hatin binçavkirin. Welatiyên ku mebesta binçavkirina wan nehat zanîn, hat ragiahndin ku ew birine Muduriyeta Polîsan a Navçeyê.
ENQERE
Di operasyona polîsan a dûh a bi fermana Dozgerê Komarê yê Enqereyê Tekîn Kuçuk ê li hember taxa Tûzlûçayir a ku piraniya xwe nîştecihên wê ji Kurd û Elewiyan pêk tên de 10 kes bi îdîaya ku wê “Çalakiyan lidar bixin” hatibûn binçavkirin.
Jimara binçavkirina gihişte 11’an. Kesê bi navê Bariş Arli, li Cebeciyê ji aliyê polîsan ve hate derbkirin û hate binçavkirin.
Aril, ji aliyê polîsan ve bire Emniyeta Enqereyê.