Ciwanên Kurd ji bo Ocalan çapemeniya Elman ziyaret kirin

Ciwanên Kurd li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê navendên çapemeniyê ziyaret kirin û tecrîda girankirî ya li se Ocalan anîn rojevê.

Yekîtiya Xwendekarên Kurd (YXK) û JXK, bi wesîleya Pêngava 15’ê Tebaxê, li Frankfûrta Elmanya, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan navendên çapemeniyê ziyaret kirin.

Li navendên Frankfûrter Allgemeîne Zeîtûng û Frankfûrter Rûndschaû yê çapemeniyê, tecrîda girankirî ya li ser Ocalan anîn rojevê û têkildarî mijarê dosya hate dayin.

YXK, JXK’ê di daxuyaniyên xwe de bang kirin ku li Ocalan xwedî derbikevin û gotin, ‘’Em weke Kurdan û ciwanên demokratîk ên ku  li Elmanya dijîn, di rojên pêş me de û heftiyan de em ê li ser saziyên çapemeniyê yên Elmanya û Yekîtiya Ewropayê (YE) zorê bikin.’’