'15'ê Tebaxê çarenûsa Kurdistanê û Rojhilata Navîn guherand'
Partiya Azadiyê ya Mezopotamyayê 15'ê Tebaxê pîroz kir û got, "Ev pêngav li dijî hemû hêzên dixwestin Rojhilata Navîn bikin dojeh, pêngaveke dîrokî bû."
Partiya Azadiyê ya Mezopotamyayê 15'ê Tebaxê pîroz kir û got, "Ev pêngav li dijî hemû hêzên dixwestin Rojhilata Navîn bikin dojeh, pêngaveke dîrokî bû."
Partiya Azadiyê ya Mezopotamyayê bi wesîleya salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de li ser navê gelê Asûrî/Suryanî/Keldanî pêngava şoreşgerî ya 15'ê Tebaxê hat silavkirin û di şexsê fermandarê efsanewî yê vê pêngavê Mahsûm Korkmaz (Egîd) de hemû şehîdên şoreşê bi rêzdarî û minetdarî hatin bîranîn. Her wiha serketina Minbicê ya têkoşîna hevpar a gelan, ku li vê dema dîrokî rast hat, hat silavkirin.
Partiya Azadiyê ya Mezopotamyayê da xuyakirin, ku pêngava şoreşgerî ya 15'ê Tebaxê rêveçûna serberjêrî ya li erdnîgariya Mezopotamya/Kurdistanê sekinand û dîrok ji bo gelan guherand. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku pêngava şoreşgerî ya 15'ê Tebaxê, tevî ku roja vejînê ya gelê Kurd e, d heman demê de ji bo gelên din jî roja lêgerîna li nasnameya xwe, rêxistinbûna li dijî zilmê û hembêzkirina jiyanê ye.
Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Gelên di bin zilma dewleta Tirk de ne, bi saya vê pêngavê li dijî zîhniyeta nîjadperest îro xwe îfade dikin, mafên xwe yên demokratîk bilêv dikin û doza jiyana hevpar dkin. Pêngava şoreşger a 15'ê Tebaxê çarenûsa nebaş a erdnîgariya Mezopotamya/Kurdistanê guherand, hemû polîtîkayên hêzên mêtînger ên hesab li ser herêmê dikirin deşîfre kirin û li dijî van planan zîhniyetke alternatîf a demokrasiyê afirand."
Partiya Azadiyê ya Mezopotamyayê bal kişand ser têkiliya navbera Pêngava 15'ê Tebaxê û Şoreşa Rojava û got, "Ev pêngav li dijî hemû hêzên dixwestin Rojhilata Navîn bikin dojeh, pêngaveke dîrokî bû."