Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E), têkildarî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Bi paradîgmaya Neteweya Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re, jiyana hevpar, azad û wekhev a hemû nasname û baweriyên cuda li Rojavayê Kurdistanê ket meriyetê. Ev yek bû hêviya hemû gel û baweriyan. Garantiya jiyana azad û wekhev a cihêrengiyan û azadiya jinê Birêz Ocalan e. Lewma Birêz Ocalan bûye hedefa hemû ferasetên tekparêz e."
KCDK-E da zanîn, ku heta sîstema serdest a Tirk demokratîk nebe wê krîz û kaos her tim hebe û destnîşan kir, ku çi darbekarên leşkerî çi jî yên sivîl, her du jî nûnerên heman feraseta înkar û tekparêziyê ne.
KCDK-E diyar kir, ku ev rêxistinbûnên tekparêz û nîjadperest dijminatiyê li gelê Kurd û Birêz Ocalan dikin û wiha dewam kir: "Weke Kurdistanî û dostên wan ên li Ewropa, Kanada, Awûstralya û Japonyayê dijîn, ji tenduristî û ewlekariya Birêz Ocalan bi fikar in. Kengî heyetan rû bi rû pê re hevdîtin kir û daxuyanî dan, hingî em ê baweriya xwe bi daxuyaniyên wan bînin. Ji bilî vê yekê, em ji ti daxuyaniyê bawer nakin.
Birêz Ocalan ne tenê rêberê gelê Kurd e, di heman demê de rêberê gelên Rojhilata Navîn û mirovahiyê ye. Lewma birêz Ocalan, azadî, nasname û rêberê me ye. Her tiştê me ye."
'HETA AZAD BIBE, EM BERXWEDANA XWE MEZIN BIKIN'
Di daxuyaniya KCDK-E de ev bang hat kirin:
"Heta ku ewlekarî û tenduristiya Rêber Apo garantî bibe û azad bibe, çalakiyên me wê bênavber dewam bikin. Em bang li hemû navendên xwe yên civakê, gelê xwe û dostên xwe yên li Ewropa, Japonya, Awûstralya û Kanadayê dikin, ku her hefte rojên Çarşem û Înê çalakiyên xwe zêde bikin.
Her wiha ji bo çalakiyên 20'ê Tebaxê yên li hemû eyaletên Elmanya û Fransayê, ji bo meş û mîtîngên navendî yên li Kanada, Japonya û Awûstralyayê em bang li gelê xwe û dostên xwe dikin, ku tevlî bibin.
Weke KCDK-E em bang li gelê xwe û dostên xwe dikin, ku ji bo azadî, ewlekarî û tenduristiya Serok Apo qadan neterikînin û berxwedana xwe ya demokratîk mezin bikin."