'Rojava dikare ji ciwanên Fransayê re bibe îlham'

Ciwanê Fransayî, ku 9 meh in di nava refên YPG'ê de têdikoşe got, "Eger DAIŞ li mala me li me dide, divê em jî li mala wan, li wan bidin."

Şervanê ciwan ê bi navê Hûbert destnîşan kir, xewn, xeyal û zindîbûna li Rojava dikarin ji bo ciwanên li Fransayê bibin çavkaniyeke îlhamê.

Rojnameya Le Fîgaro, tevlîbûna ciwanê Fransî yê bi navê Hûbert li nava YPG'ê, ku mezûnê Haute Ecole des Hautes Etudes Commerciales (HEC) e û rizgariya Minbicê weke nûçeyekê pêşkêşî xwendevanên xwe kir.

REVA PÊŞMERGEYAN A JI BER ÇETEYAN, HÊVÎ Û BAWERIYA PÊ ŞIKAND

Hûbert ji rojnameyê re axivî û diyar kir, ku dema ew li Başûrê Kurdistanê dixebitî, wî komkujiyên çeteyên DAIŞ'ê li Şengal û Kobanê kirin, dîtiye û got, reva pêşmergeyan a ji Şengalê ji ber çeteyan, bawerî û hêviya bi wan, şikandiye.

Hûbert da zanîn, ew bi zimanê Kurdî dizane û bi saya têkiliyên xwe yên li Başûrê Kurdistanê biryar daye tevlî nava YPG'ê bibe. Hûbert bal kişand ser biryara xwe ya tevlîbûna li nava refên YPG'ê û diyar kir, serketin û hêza YPG'ê ya têkbirina DAIŞ'ê, bandor li vê biryara wî kiriye. Hûbert da xuyakirin, ku dema tevlî nava refên YPG'ê bû, dît ku gelek ciwanên Kurd ên mîna wî zanîngeh qedandine, ji bo bibin şervan li wir amade bûn û vê yekê jî bandor li wî kiriye.

'EGER EW LI MALA ME LI ME DIDIN, DIVÊ EM JÎ LI MALA WAN LI WAN BIDIN'

Şervanê YPG'ê Hûbert da xuyakirin, ku çeteyên DAIŞ'ê li hemberî gelên Rojhilata Navîn û Ewropayê şer dikin û got, "Divê em êdî bi xemsarî yan jî bi tirs tevnegerin. Êdî bes e, pêwîstî bi têkoşînê heye. Eger ew li mala me li me didin, divê em jî li mala wan li wan bidin."

Hûbert ragihand, ew tevlî operasyona rizgarkirina Minbicê bûye û anî ziman, li hemberî 'belavbûna' DAIŞ'ê wî jî xwestiye tiştekî bike. Hûbert got, "Nabe ez bi xemsarî nêzî têkoşîna xwişk û birayên min ên Kurd û Xiristiyan bibim" û ji mirovên li Ewropayê dijîn xwest, li cihê lê ne, piştgiriyê bidin têkoşînê.

'XEWN Û XEYALÊN ROJAVA DIKARIN JI BO CIWANÊN LI FRANSAYÊ BIBIN ÇAVKANIYA ÎLHAMÊ'

Şervanê YPG'ê da xuyakirin, ku divê welatên Ewropayê bes derfetê bidin DAIŞ'ê ku propagandayê bikin û ji bo vê jî divê civak xwe ji nû ve bi rêxistin bike û nûbûnekê pêşkêşî ciwanan were kirin.

Hûbert diyar kir, ew bi sîstema li Rojava gelekî kêfxweş e û bal kişand ser girîngiya wekheviya jin-mêr, pirengiya olî, demokrasiya yekser û hurmeta li hawirdorê. Hûbert destnîşan kir, ku xewn, xeyal û zindîbûna li Rojava ji bo ciwanên Fransayê jî dikarin bibin çavkaniya îlhamê.