Devrîmcî Karargah serketina Minbicê pîroz kir

Devrîmcî Karargah (Biryargeha Şoreşger) serketina Minbicê pîroz kir û got, "Serketina Minbicê, asteke girîng û taybet a Şoreşa Rojava ye li dijî mêtîngerî û emperyalîzmê."

Rêveberiya Herêma Rojava ya Devrîmcî Karargah, li ser rizgarkirina Minbicê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, çeteyên DAIŞ'ê yên pişta xwe dsipêre alîkariya Tirkiyeyê, di pêngava biryardar a rizgarkirina Minbicê de, nekarîn xwe li ber hêzên QSD'ê ya bi pêşengiya YPG'ê bigirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Serketina Minbicê, ji Rojava heta Bakur bû silava fermandar Egîd a azadîparêziya Kurd. Minbic, li pêşiya yekbûna tevahiya şoreşa Rojava, astengiya herî girîng bû."

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Serketina Minbicê, asteke girîng û taybet a Şoreşa Rojava ye li dijî mêtîngerî û emperyalîzmê.

Şervanên Devrîmcî Karargah, MLKP, BOG, TÎKKO'yî û şervanên navneteweyî di pêngav û serketina Minbicê de amade bû. Hebûna van şervanan hêzeke xurt daye wateya siyasî û leşkerî ya vê serketinê."