Ozgur Gundem: Em ê serê xwe netewînin!

Rêveberê Weşana Giştî ya Rojnameya Ozgur Gundemê Zana Kaya got, "Kevneşopiya çapemeniya azad wê serî li ber ti biryara darbeyê netewîne û wê heta dawiyê mafê agahdarbûna gel biparêze."

Rêveberê Weşana Giştî ya Rojnameya Ozgur Gundemê Zana Kaya nerazîbûn nîşanî biryara 8. Dadgeha Ceza ya Sûlhê ya Stenbolê da.

Daxuyaniya Zana Kaya ya li ser mijarê bi vî rengî ye:

"Biryar hê ji me re nehatiye ragihandin. Em ji çapemeniya birkê bi biryarê hesiyan. Beriya biryara Rewşa Awarte, ji xwe êrîşên giran li rojnameya me dihatin kirin. Bi kampanya xwe ya piştgiriyê me beşeke girîng a van êrîşan şikandibûn. Desthilatdariya ku hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê ji xwe re weke firsendekê dît, xwe spartiye Rewşa Awarte û êrîşî hemû organên weşanê yên demokratîk mûxalîf dike. Ev biryar, ragihandina vê yekê ye. Kevneşopiya çapemeniya azad wê serî li ber ti biryara darbeyê netewîne û wê heta dawiyê mafê agahdarbûna gel biparêze. Em bang li hemû organên weşanê yên demokratîk, rojnamevan, rêxistinên pîşeyê çapemeniyê, rêxistinên civakî yên sivîl û gelê xwe dikin, ku piştgiriyê bidin rojnameya me û xwedî lê derkevin."