Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê têkildarî çalakiyên ku bi wesîleya pêngava 15’ê Tebaxê û li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin lidarxistin daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniya HPG’ê de ev agahî hatin parvekirin:
DI ÇALAKIYA LI HEMBER MIDURIYETA TRAFÎKA HERÊMÊ DE 38 ÇETE HATIN KUŞTIN
“15’ê Tebaxê saet di 13:10’an de gerîlayên me li hember Midûriyeta Trafîka Herêmê ya li ser rêya Çinar-Bismil a Amedê çalakiyeke berfireh li dar xistin. Gerîlayên me bi çekên ferdî û navîn bi awayekî xurt lê xistin û piştre jî wesayîtekî bombebarkirî di nava qereqolê de teqandin. Di encama teqînê de 3 kuleyên nobedar, wesayîteke bi tîpa Ûral a zirxî, 4 wesayîtên polîsan û beşeke mezin yê avahiyê hate hilweşandin û bêkêr bû. Di encama vê çalakiyê de 28 polîs hatin kuştin. Artêşa TC kuştî û birîndarên xwe yên ku ji 20’an zêdetir bi ambûlans û helîkopteran rakirin nexweşxaneyê. Li gor agahiyan, di encama teqînê de ji ber bandora teqînê kesekî li pêşiya benzînxaneyê jiyana xwe ji dest daye. Ev çalakî ji bo bîranîna pêngava 15’ê Tebaxê û tecrîda li ser Rêberê me hatiye lidarxisin.
LI QAXIZMANÊ 22 LEŞKER HATIN KUŞTIN
Bi biryardariya sala 33’yemîn a Pêngava 15’ê Tebaxê, di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Andok Êrîş de li dijî yekîneyên dijmin ên xwe li girê Guhêgur ê girêdayî navçeya Qaxizman a Qersê bi cih kiribûn, saet 18.50’an operasyonek berfireh hate lidarxistin. Hêzên me ji du baskan ve ketiye nav dijmin, baskê yekemîn 3 çeper rûxandindin. Di çeperea yekem de 5 leşker hatin kuştin, çekek A4 hatiye îmhakirin. Di kon de jî 3 leşker hatin kuştin. 2 leşkerên li kulubeya nêzî kon jî hatin kuştin, dîsa gelek konên li cihên cuda yên gir jî bi çekên navîn û ferdî hatin gulebarandin. Di encama van de jî 3 leşker hatin kuştin. Dîsa li nêzî depoya avê jî leşkerek hate gulebarandin.
Baskê duyem jî cihê ku çeka A4 lê bû kire hedef. Li vir 4 leşker hatin kuştin. Dîsa bi çekên roketavêjan jî tankek, çeperek û çekek A4 hate hedefkirin. Li vir jî 4 leşker hatin kuştin. Her du çekên A4 jî hatin rûxandin.
Di çalakiyê de bi giştî 22 leşker hatin kuştin, gelek leşker jî birîndar bûn. Ev çalakî di 45 deqeyan de pêk hat. Artêşa TC domahiya êvarî de mirî û birîndarên xwe bi helîkopterên Skorsky rakirine. Ev çalakî ji bo hevalên me Rizgar, Karker, Dara Kato, Ararat Serhed, Şahîn Cîlo û gerîlayên me yên li gel şehîd ketine hatiye lidarxistin.
LI HÊNÊ LEŞKEREK HATE KUŞTIN
16’ê Tebaxê saet 17.00’an li dijî qereqola Hêgasor a girêdayî navçeya Hênê ya Amedê rêzeçalakiyên sûîqestê hatin li darxistin. Di van çalakiyan de leşkerek hate kuştin, leşkerek jî birîndar bû. Piştî çalakiyê, qereqola Hêgasor qadên derdora xwe daye ber çekên giran.
STASYONA BAZÊ HATE RÛXANDIN
16’ê Tebaxê saet 20.30’an gerîlayên me li dijî 2 stasyonên bazê yên girêdayî Tûrkcell, Vodafone, Avea û Wezareta Parastinê ya Neteweyî yên li gundê Dîlkiyan a girêdayî navenda Semsûrê çalakî li dar xistin û ev stasyon îmha kirin.
LI DIJÎ QEREQOLA RÛBAROKÊ ÇALAKÎ
15’ê Tebaxê saet 13.30-14.00’an hêzên me li dijî qereqola Rûbarok a girêdayî qada Şemzînan a Colemêrgê bi çekên giran çalakî li dar xistin. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatin zelalkirin.”