YPG’ê nasanemeya şervanê xwe yê Emerîkayî Wîllîam Savage eşkere kir

YPG’ê bi daxuyaniyekî nasanamya şervanê xwe yê Emerîkayî Wîllîam Savage (Amed Kobanê) ê ku di 10’ê Tebaxê de di pêgava rizgarkirina bajarê Minbicê de jiyana xwe ji dest dabû eşkere kir.

YPG’ ê bi daxuyaniyekî nivîskî nasnameya şervanê xwe Wîllîam Savage ê ku bi ruhê berxwedanê û rizgarkirina gelê Minbicê beşdarî pênbava rizgarkirina Minbicê bû û di 10’ê Tebaxê de di encama topbaran çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest da eşekere kir.

YPG’ê diyar kir ku şervanê wan Wîllîam Savage di destpêka sala 2015'an ji bo piştgiriya têkoşîna azadiya li Rojavayê Kurdistanê tevlî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bibû. William navê Amed Kobanê ji xwe re hilbijartibû û di astekî bilind de di şerê li hember DAIŞ'ê de alikariya xwe ji dil û can pêşkeş kir û di çendîn operasyonên leşkerî de cihê xwe girt.

YPG’ê destnîşan kir ku şervanê wan Wîllîam Savage dema ku hate Rojava ev gotin kiribu: "Çareseriya rewşa niha wê dem bikişîne û ez jî ji bo demdirêj hatime, di aliyê şer û jiyan de zehmetî hebûne lê dîsan ji bo min tecrûbeyek mezin e. Di her aliyê ku bikarim ez ê alikariya xwe dewam bikim.” Heval Amed, ji bo tevlî hemleya ku Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ya ku bi armanca rizgarkirina bajarê Minbicê dabû dest pê kirin be, gelek bi israr bû.

YPG’ê wiha anî ziman: “Di 10’ê Tebaxa 2016 dema ku hêzên Minbicê gavên dawiyê ji pengava rizgarkirinê davêtin, hevalê Amed û yekîneya wî ku ji destpêka operasyonan beşdarê wê pêngavê bibû di xelaskirina hezaran welatiyan de para xwe girt. Di encama topbarana çeteyên DAIS'ê de hevriyê me Amed giran birîndar bibû, tevî hemû hewldanên pizişkî hevalê Amed nehate xelaskirin û di wê rojê de gihîşte şehadetê.

Weke Yekîneyên Parastina Gel em sersaxiyên xwe pêşkeşî malbata şehîd û hemû gelên Rojava û Amerîka dikin û bejna xwe li ber mezinahiya fedakariya şehîd ditewînin. Bîranînên William wê di dil û giyana hemû hevalên wî de zindî bimîne.”

Nasnameya şervanê YPG’ê yê ku jiyan xwe ji dest dayî wiha ye:

Navsnav: Amed Kobanê

Nav û Paşnav: William Savage

Navê Dayikê: Nancy

Navê Bav: Reginald

Cihê Jidayikbûnê: Maryland / USA

Cih û Dîroka Şehadetê: Minbic / 10 Tebaxa 2016’an.

...