Li ber avahiya Gundemê civîna li ser rojeva nûçeyan hat lidarxistin
Rojnamevanên di çarçoveya 'Nobeda Çapemeniya Azad' de piştgiriyê didin rojnameyê, civîna xwe ya li ser rojeva nûçeyan, li ber avahiya rojnameyê ya hatiye girtin, lidar xistin.
Rojnamevanên di çarçoveya 'Nobeda Çapemeniya Azad' de piştgiriyê didin rojnameyê, civîna xwe ya li ser rojeva nûçeyan, li ber avahiya rojnameyê ya hatiye girtin, lidar xistin.
Li ber rojnameya Ozgur Gundemê ku bi rengekî ne heqiûqî hat girtin, çalakiya 'Nobeda Çapemeniya Azad' dewam dike. Xebatkarên rojnameyê yên nehatine binçavkirin û rojnamevanên DÎHA'yê, civîna xwe ya li ser rojeva nûçeyan a rojê, li ber avahiya rojnameyê ya hatiye girtin lidar xistin.
Ji nûçegihanên rojnameyê Îbrahîm Karakaş da xuyakirin, ku heta hevalên wan ên hatine binçavkirin serbest bên berdan û mora li avahiya rojnameyê hatiye xistin bê rakirin, ew ê nobeda xwe bidomînin û rojnameya xwe biweşînin. Karakaş bang li raya giştî kir, ku tevlî 'Nobda Çapemeniya Azad' bibe.
Her wiha hejmara îro ya rojnameyê ya bi manşeta "Piştgirî mezin dibe" derket, bi deriyê avahiya rojnameyê ve hat kirin.