Ji DYA daxuyaniya li ser 'Ozgur Gundemê'

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) Mark Toner got, "Dema em dibînin saziyeke serbixwe ya medyayê tê girtin, em timî dikevin nava fikaran. Di vê mijarê de em zelal in."

Nerazîbûna li qada navneteweyî ya ji ber girtina rojnameya Ozgur Gundemê zêde dibin. Berdevkê Wezareta Karên Derve ya DYA Toner di vê der barê de axivî û got, , "Dema em dibînin saziyeke serbixwe ya medyayê tê girtin, em timî dikevin nava fikaran. Di vê mijarê de em zelal in."

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) Mark Toner di brîfînga çapemeniyê ya rojane de bersiv da pirsên rojnamevanan. Toner ji bo pirsa li ser girtina rojnameya Ozgur Gundemê ev bersiv da:

"Dema em dibînin saziyeke serbixwe ya medyayê tê girtin, em timî dikevin nava fikaran. Di vê mijarê de em zelal in. Em bang li Tirkiyeyê dikin, ku têkildarî bandora gavên bi vî rengî li ser medya azad û serbixwe û saziyên demokratîk, hîn baldar be."