Dayikên Aştiyê ji bo Ocalan nobedê digirin
Meclîsa Dayikên Aştiyê bi şîara, ‘’li Rêbertiya xwe, xaka xwe, azadiya xwe xwedî derdikevim’’ li Galatasaray a Stenbolê çalakiya nobetê da destpêkirin.
Meclîsa Dayikên Aştiyê bi şîara, ‘’li Rêbertiya xwe, xaka xwe, azadiya xwe xwedî derdikevim’’ li Galatasaray a Stenbolê çalakiya nobetê da destpêkirin.
Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê bi mebesta ku dawî li tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were û azad bibe, li ber Lîseya Galatasarayê çalakiya nobedê dan destpêkirin. Di çalakiyê de pankarta bi nivîsa, "Ez li Rêbertiya xwe, xaka xwe, azadiya xwe xwedî derdikevim" hate vekirin. Wekîla Stenbolê ya HDP’ê Pervîn Bûldan û gelek dayikên aştiyê di çalakiyê de amade bûn. Çalakî weke 24 salan hatibû plankirin, lê walîtiyê ev qedexe kir û bi navbeynkariya Pervîn Bûldan ji bo çar saetan destûr ji çalakiyê re hate dayin. Beriya çalakiya rûniştinê dest pê bike di navbera gel û polêsan de rageşiyekê rû da.
Piştî ku demekê rûniştin dayikên aştiyê daxuyaniyek dan. Daxuyanî ji hêla dayika aştiyê Hatîce Aydogdu ve hate xwendin. Aydogdû diyar kir, Ocalan ji bo Kurdan tê wateya azadiyê û jiyaneke bi rûmet û got, ji bo wan girîng e ku tecrîda li ser Ocalan were rakirin.
Aydogdû ragihand, piştî hewldana darbeyê ew ji jiyana Ocalan bi fikar in û got, ji bo ku dawî li van fikaran were anîn, hikûmetê ti gav neavêtiye. Aydogdu got, "Ji ber ku hikûmeta AKP’ê dixwaze daxwaza jiyaneke azad û bi rûmeta a gelê Kurd bifetisîne û îmhakirina vê têkoşînê daye ber xwe. Ji bo vê armancê jî bi siyaseta îmhakirinê nêzî têkoşîna gelê Kurd dibe."
Aydogdû diyar kir, heya ku arîşeya Kurd çareser nebe, dewleta Tirk wê nikaribe xwe ji darbeyan, faşîzmê û şer xilas bike.
Bi berdewamî got, "Pêvajoya çareseriya demokratîk a ku ki ser azadiya Abdullah Ocalan pêk were, wê li Tirkiyê bibe navê aştî, demokrasî, azadiyê. Ev kêfxweşî, hez, jiyan û biratî ye. Me dêyan da peyv jiyanê û biratiyê. Ji bo vê jî em îro ketine nobetê. Em bang li hemû raya giştî ya demokratîk û jinan dikin ku li dijî faşîzmê bikevine nav bexwedana demokratîk."
Piştî daxuyaniyê Dayikên Aştiyê çalakiya xwe ya rûniştinê domandin.