YRD'ê ji bo Ozgur Gundem banga piştgiriyê kir

YRD'ê nerazîbûn nîşanî girtina Ozgur Gundemê da û bang li saziyên navneteweyî û şexsiyetan kir, ku piştgiriyê bidin rojnameyê.

Koordînasyona Ragihandina Demokratîk (YRD) der barê girtina rojnameya Ozgur Gundemê de daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniya nivîskî de hat gotin, "Desthilatdariya AKP'ê ya bi zîhniyet û feraseta tekparêz welêt bi rê ve dibe, hemû azadî mafên civakê talan dike. Vê desthilatdariya despotîk herî dawî rojnameya Ozgur Gundemê girt û bi dehan xebatkarên wê binçav kir. Careke din nîşan da ku peymanên navneteweyî ji nedîtî ve tê, ji azadiya ramanê û exlaqa siyasî bêpar e."

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, AKP ji roja hatiye ser desthilatdariyê û vir ve serî li her şêwe nelirêtî û pêkanînên antî demokratîk daye û hat gotin, "Desthilatdariya AKP'ê hewldana darbeya leşkerî ya 15'ê Tîrmehê ji xwe re kir bahane û ji aliyekî ve hewl dide ser paşeroja xwe ya qirêj binixumîne, li aliyê din jî bi rengekî bêperwa êrîşî mûxalîfan dike."

BANGA LI SAZIYÊN NAVNETEWEYÎ Û ŞEXSIYETAN

YRD'ê da xuyakirin, ku divê ev siyaseta AKP'ê neyê qebûlkirin û got, "Weke YRD'ê em nêzîkatiyên depotîk ên AKP'ê û Erdogan ên li hemberî çapemeniyê bi tundî şermezar dikin û bang li hemû saziyên navneteweyî û şexsiyetan dikin ku bi baldarî tevbigerin û piştgiriyê bidin dengê gelan rojnameya Ozgur Gundemê."