'Li Girtîgehên Sûriyeyê bi qasî 18 hezar girtî mirin'

Di navbera Adara 2011'an û Kanûna 2015'an de li gelemperiya Sûriyeyê, 17,723 girtî mirin.

Rêxistina Efûyê bi 65 kesên ji girtîgehan rizgar bûn re axivî û li gorî vegotina van kesan raporek amade kir. Di raporê de bal hat kişandin ser îdîayên lêdan û destavêtina li girtiyan.

Rêxistina Efûyê da xuyakirin, ku rojane bi qasî 10 kes, her meh zêdeyî 300 kes li girtîgehan mirin e. Di raporê de hat ragihandin, ku gardiyanan li girtiyan dane û ev îşkence bi navê 'partiya bi xêr hatinê' tê zanîn.

Rêxistina Efûyê diyar kir, ku piştre 'lêgerîna ewlekariyê' hatiye kirin û gardiyanên mêr li jinên girtî geriyan, dest avêtin û dirêjî wan kirin.