Bi pêşengiya jin û ciwanan çalakiyên li Ewropayê dewam dikin
Li Ewropayê, çalakiyên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi pêşengiya jin û ciwanan dewam dikin. Di çalakiyan de her wiha Pêngava 15'ê Tebaxê û serketina Minbicê jî hatin pîrozkirin.
ANF
NAVENDA NÛÇEYAN
çarşem, 17 gelawêjê 2016, 11:41
Li Ewropayê, çalakiyên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi pêşengiya jin û ciwanan dewam dikin. Di çalakiyan de her wiha Pêngava 15'ê Tebaxê û serketina Minbicê jî hatin pîrozkirin.
MUNCHEN
Li eyaleta Bavyera ya Elmanyayê, bi pêşengiya Tevgera Jinan û Ciwanên Azad, meşa dirêj a 3 rojan hat lidarxistin û di 15'ê Tebaxê de qediya. Meşa ji Îngolstadtê destpê kir, li ber parlamenta eyaletê ya li Munchenê bi mîtîngekê qediya. Di çalakiyê de li ser navê Tevgera Jinan, Ciwanên Azad, Dîe Lînke, DKP Munchen û NAV-DEM'ê axaftin hat kirin û hat gotin, heta Ocalan azad bibe ew ê çalakiyên xwe bidomînin.
KOLN
Kurdistaniyên li bajarê Koln ê Elmanyayê dijîn, ji bo rakirina tecrîda giran, li ber Koln Messe/Deutz Bhf çalakiya rûniştinê pêk anîn. Di daxuyaniya li vir de hat gotin, "Heta tenduristî û jiyana Rêber Apo ewle bibe û Rêber Apo azad bibe, wê çalakiyên me bidomin."
MARSÎLYA
Li bajarê Marsîlya yê Fransayê Pêngava 15'ê Tebaxê û serketina Minbicê bi çalakiyek li meydana Vîeûx Portê hat pîrozkirin. Li vî bajarî wê sibe saet di 19:00 de li heman meydanê, bi pêşengiya Meclîsa Jinê Arîn Mîrkan ji bo Ocalan standa agahdarkirinê bê danîn.
PARÎS
Li paytexta Fransa Parîsê jî jin û ciwanan bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Ocalan li gelek cihan çalakî lidarxistin. Li pirek li ser çemê Senê pankartek li dijî tecrîdê hat daliqandin. Li Normandîayê jî li pirên li ser otobana A1 a Parîsê, pankarta bi nivîsa "Ji Ocalan Azadî" hat daliqandin.