Işik: Divê hevdîtinên bi Ocalan re ji nû ve destpê bikin
Nivîskar rojnamevan Fehîm Işik işaret bi tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û diyar kir, divê hevdîtinên bi sermuzakerevan Ocalan re ji nû ve destpê bikin.
Nivîskar rojnamevan Fehîm Işik işaret bi tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û diyar kir, divê hevdîtinên bi sermuzakerevan Ocalan re ji nû ve destpê bikin.
Nivîskar rojnamevan Fehîm Işik işaret bi tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û diyar kir, divê hevdîtinên bi sermuzakerevan Ocalan re ji nû ve destpê bikin.
Işik di axaftina xwe ya ji bo ANF'ê de bal kişand ser Rewşa Awarte ya piştî hewldana darbeyê hat ragihandin û destnîşan kir, ku ya li hemberî Kurdan tê kirin, ji pêkanînên Rewşa Awarte jî girantir e.
Işik bibîr xist, ku dema li Kurdistanê xaniyê mirovan bi serê wan de dihatin rûxandin, dema mirov li jêrzemînan dihatin qetilkirin, ne Rewşa Awate hebû ne jî guhertineke qanûnî ya van pêkanîna rewa nîşan bidin.
Işik got, "Artêş û hikûmetê li hev kirin û bi desteka polîsan bi ser Kurdan ve çûn. Mixabin ji bilî HDP'ê û beşek ji welatparêz, çep û demokratan ti kes li hemberî van pêkanînan derneketin. Hikûmet niha hewl dide van kiryarên xwe bixe stuyê darbekaran. Lê em zanin, her tiştên heta roja darbeyê qewimîn û hatin kirin, bêyî hikûmetê nehatin kirin. Hemû kiryarên li Kurdistanê berhema vê lihevkirinê bû û berpirsyariya wê ya siyasî jî ya hikûmetê ye.
Nivîskar rojnamevan Fehîm Işik da xuyakirin, ku ew ê di dozên darbeyê yên di rojên pêş de destpê bikin bibînin, ku hikûmet di vê mijarê de çiqasî cidî ye û wiha dewam kir: "Di dema dadgehên Ergenekonê de jî gelek leşkerên li Kurdistanê sûc kirin hatibûn girtin. Lê belê ti ji van ji ber sûcên xwe yên li Kurdistanê nehatin darizandin. Xuya ye hikûmet, ji bo berpirsyariya xwe ya siyasî veşêre, wê pêşî li darizandina komkujî û pêkanînên mafên mirovan ên li Kurdistanê bigire."
TECRÎDA LI SER OCALAN DIBE KU RÊ LI BER ENCAMÊN GIRAN VEKE
Fehîm Işik tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî nirxand û got, "Divê beriya her tiştî hêz û hunera çareseriyê ya Ocalan were dîtin. Pirsgirêka Kurd pirsgirêka herî mezin a vî welatî ye. Aliyên herî xurt ên vê pirsgirêkê KCK û pêkhateyên wê, ji roja komploya navneteweyî û vir ve dibêjin Ocalan sermuzakerevanê wan e. Her kesên dixwazin pirsgirêkê çareser bikin, pêwîste vê bibînin. Lê tevî vê rastiyê jî, gavên ku fikarên Kurdan zêde bikin tên avêtin. Piştî ragihandina Rewşa Awarte tecrîda li ser Ocalan hatiye girankirin. Fikareke din ew e, ku nayê zanîn bê di şeva hewldana darbeyê de çi bi Ocalan hatiye. Çavkaniyên ewlekariyê yên vî welatî bi xwe ragihandin, ku komek ji leşkeran li botan siwar bûne û ji bo kuştina Ocalan berê xwe dane girava Îmraliyê. Li aliyê din nayê zanîn bê li Îmraliyê çend leşkerên li derveyî kontrolê hene. Ev hemû fikaran zêde dike. Di heman demê de rîskê jî zêde dike. Gelê Kurd Ocalan weke sermuzakerevanê xwe yê çareseriyê dibîne. Nêzîkatiyên neyînî yên li hemberî lîderekî bi vî rengî yê siyasî, dibe ku encamên giran bi xwe re bîne."
Işik diyar kir, di rewşa heyî de careke din derketiye holê bê Ocalan di pêşdîtinên xwe de çiqasî mafdar e û got, "Ev mafdarî eger bê xwestin, dikare ji bo çareseriya pirgirêkê firsendên cidî bafirîne. Lê divê hikûmet di vî warî de bi berpirsyarî rabe. Pêwîste hem desthilatdarî hem jî mûxalefet gavekê bavêjin."