Li Romayê tecrîd hate protesokirin

Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê protestokirin. Li paytext Îtalya ya Romayê li Pîazza Venezîa yê çalakiya protestoyê hate lidarxistin.

Li paytext Îtalya ya Romayê ji aliyê Navenda Çandê ya Ararat çalakiyekî ya protestoyê hate organîzekirin. Girseya ku li Pîazza Venezîa yê kom bûn li pêşiya peykerê Altare della Parîa yê wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK’ê ve mîtîngek li dar xistin. Di çalakiyê de girseyan bi yek dengî dirûşmên mîna “Kujer Erdogan”, “Azadî Ji Ocalan Re”, “PKK Gel e” qîr kirin. Çalakiyê bala geştyaran kêşa.

Çalakî tevî hewldana mûdaxelekirina polîsan jî heta saet 15:30’an dewam kir.

 

...