Yuksekdag: Ozgur Gundem em in, mafdarî û wêrekiya me ye
Yuksekdag got, "Ozgur Gundem em in, mafdarî û wêrekiya me ye. Em li ku bin, Ozgur Gundem li wir e. Gava pêwîstî pê hebe, em hemû nûçegihan û belavkarên Ozgur Gundemê ne."
Yuksekdag got, "Ozgur Gundem em in, mafdarî û wêrekiya me ye. Em li ku bin, Ozgur Gundem li wir e. Gava pêwîstî pê hebe, em hemû nûçegihan û belavkarên Ozgur Gundemê ne."
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, parlamenterên HDP'ê Aycan Îrmez, Bedran Ozturk û Alîkarên hevserokên Giştî Fatma Kûrtûlan û Alp Altinors, ji bo piştgiriyê bidin rojnameya Ozgur Gundemê ya bi biryara dadgehê hat girtin, nûnertiya rojnameyê ya Enqereyê ziyaret kirin.
Yuksekdag û heyeta pê re, ji aliyê xebatkarên li buroyê ve hatin pêşwazîkirin. Yuksekdag li vir axivî û got, "Li Tirkiyeyê hin kes gelekî bi hêsanî dikarin darbeyê bikin, dikarin tankan li kolanan bigerînin. Lê li heman welatî, hin mirov dema dixwazin rojnameyekê biweşînin neçar dimînin berdêlên gelekî giran bidin."
Yuksekdag da xuyakirin, ku ew serdegirtina duh a li Ozgur Gundemê hat kirin, weke darbeyekê dibînin û destnîşan kir, ku bi bêdengkirina Ozgur Gundemê re hewl tê dayîn rehê berxwedanê yê civakê bê qutkirin.
Yuksekdag diyar kir, ti kes nikare vî rehî bibire û got, "Ev reh ewçend mezin bûye, ku ji wan nayê bibirin. Ozgur Gundem îro û siberoja kevneşopiya çapemeniya azad e. Li hemberî organên propagandayê yên medya û çapemeniyê, ku gotinên ji berkirî bilêv dikin, navnîşana çapemeniya azad a serbixwe û alîgirê gel û rastiyan, Ozgur Gundem e.
Yên avêtine ser avahiya Ozgur Gundemê bila ji bîr nekin; li hemberî wan 24 kes nînin, bi mîlyonan mirov hene. Ozgur Gundem em in, mafdarî û wêrekiya me ye. Em li ku bin Ozgur Gundem jî li wir e. Gava pêwîstî pê hebe em hemû nûçegihan û belavkarên Ozgur Gundemê ne. Ozgur Gundem gel e, dengê gel e. Ti ji Rewşa Awarte, zext û darbe nikare vê rastiyê tarî bike. Rojnamevanên li wê avahiyê bi şeref û rûemta xwe li ber xwe dan, rûmeta me ne."
Ji bilî Yuksekdag û heyeta pê re, Serokê Giştî yê BES'ê Fîkret Aslan û nûnerê rojnameya Evrenselê yê Enqereyê Cem Gûrbetoglû jî nûnertiya Ozgur Gundemê ziyaret kirin.