Elmanyayê careke din çek ji Başûrê Kurdistanê re şand

Elmanyayê ragihand, sewqiyata çekên ji bo hikûmeta Başûrê Kurdistanê ji nû ve hatiye destpêkirin.

Di daxuyaniya Wezareta Pêşmergeyan de hat ragihandin, çekên di çarçoveya têkoşîna li dijî DAIŞ'ê de ji pêşmergeyan re hatine şandin, roja Sêşemê li Hewlêrê radestî rayedaran hatine kirin. Di daxuyaniyê de hat gotin, çekên hatine şandin 70 ton e.

Di nava çekên hatine şandin de 1.500 çekên êrîşê, 100 roketavêjên portatîf û 3 maşînên zirxî hene.

'GARANTÎ HAT DAYÎN KU WÊ LI BAZARA REŞ NEYÊN FIROTIN'

Li dû Qirkirina Şengalê ya 2014'an, Elmanyayê dest bi alîkariya çekan ji bo Başûrê Kurdistanê kiribû û bi qasî 2 hezar ton çek şandibû. Lê belê ev sewqiyat di Çileya vê salê de hatibû sekinandin. Sedema vê rawestandinê jî firotina beşek ji van çekan li bazara reş, hat nîşandan.

Hikûmetê piştre lêkolîn kiribû û tespît kiribû ku ji 28 hezar çekên sivik, bi tenê 30 ji wan winda ne yan jî bi rengekî ne legal hatine firotin.

Hat gotin, Elmanyayê ji bo ji nû ve destpêkirina sewqiyata çekan ji hikûmeta Başûrê Kurdistanê garantiya 'wê çek li bazara reş neyên firotin' girtiye.

Di heman çarçoveyê de 150 leşkerên Elman li Başûrê Kurdistanê hatibûn wezîfedarkirin, ji bo perwerdeya leşkerî bidin pêşmergeyan.