Di êrîşa çeteyan a li ser Şêx Meqsûdê de 11 kes birîndar bûn

Di encama êrîşên çeteyên girêdayî SÛK’ê ya ku AKP piştgirî dike de, 11 kes ku di nav de zarokekî 12 salî jî heye birîndar bûn.

Hat ragihandin ku çeteyên girêdayî SÛK’ê ku bermayên ENKS’ê jî di nav de ku AKP piştgiriya wan dike bi topên hewan û fuzeyan êrîşî Taxa Şêx Meqsûd a Helebê kirin. Di êrîşê de 11 kes ku di nav de zarokekî 12 salî jî heye birîndar bûn.

Birîndar rakirin navenda tendirustiya Heyva Sor a Kurdistanê û dermankirina wan didome, hat diyarkirin ku di nava birîndaran de rewşa hinekan jî giran e.

Hat ragihandin ku êrîşa çeteyan a li hember taxê hê jî dewam dike.