Xebatkarên Ozgur Gundemê yên binçavkirî: Bila her kes bên Çaglayanê!

Ji xebatkarên rojnameya Ozgur Gundemê yên hatin binçavkirin 22 rojnamevan, ji bo lêpirsîna li dozgeriyê wê sewqî Edliyeya Stenbolê bên kirin. Xebatkarên rojnameyê bang li her kesî kirin, ku bên Edliyeyê û xwedî li rojnameyê derkevin.

Ji 25 xebatkarên rojnameya Ozgur Gundemê yên bi zorê ji aliyê polîsan ve roja 16'ê Tebaxê hatin binçavkirin, kar û barên li emniyetê yên 22 ji wan, qediya.

Rojnamevanên bi lêdanê hatin binçavkirin, li navendên polîsan ên li Kasimpaşa, Karakoy û Taksîmê bi îdîaya "li hemberî polîsan li ber xwe dane" îfadeya wan hat girtin.

22 ji van rojnamevanan, ji bo lêpirsîna li dozgeriyê wê sewqî Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê werin kirin.

Xebatkarên rojnameya Ozgur Gundemê yên hatine binçavkirin, bir êya parêzerên xwe bang li hempîşeyên xwe, xwendevanên xwe û raya giştî ya demokratîk kirin, ku xwedî li azadiya raman û çapemeniyê derkevin û werin ber Edliyeyê.

Berpirsyarê Weşana Giştî Bîlîr Kaya, Midûrê Karên Nivîsê Înan Kizilkaya û nivîskara rojnameyê Asli Erdogan li Şaxê TEM a Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr tên lêpirsîn.