BI DÎMEN

Li Rûsyayê 15'ê Tebaxê hat pîrozkirin, tecrîd hat şermezarkirin

Kurdistaniyên li Tambovê dijîn, 32. Salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê pîroz kirin.

Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Tambov ê Federasyona Rûsyayê dijîn, 32. Salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê bi coşeke mezin pîroz kirin. Çalakî li salona konserê ya Mala Çandê ya Maladojna bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna têkoşîna azadiyê destpê kir. Piştre li peyama bi dîmen a Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê ya ji bo Kurdistaniyên li Rûsyayê, hat temaşekirin.

Hevserokê Kongreya Êzidiyên li Rûsyayê Cemal Şamoyan dûre li ser wate û girîngiya rojê axivî. Şamoyan da xuyakirin, ku bi Pêngava 15'ê Tebaxê re di dîroka Kurd û Kurdistanê de serdemeke nû destpê kiriye û got, "Ev gava dîrokî ya li Dihê û Şemzînanê destpê kir, îro li Rojava û Başûr dewam dike. Gelê me çiqasî li dora ruhê 15'ê Tebaxê bibe yek, wê ewçend nêzî azadiyê bibe."

Şamoyan di dewama axaftina xwe de bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, "Dewleta Tirk çiqasî gelê Kurd û Rêberê Gelê Kurd înkar bike, wê ewqasî jî têk biçe. Bi tecrîda li ser Birêz Ocalan re diwazin vîna gelê Kurd bişikînin. Lê AKP jî mîna hikûmetên beriya xwe mehkûmî têkçûnê ye." Şamoyan bang li dewleta Tirk ku der hal tecrîda li ser Ocalan rake.

Di pîrozbahiyê de ku Rûs jî lê amade bûn, nûnerê gelek saziyan axivîn. Piştre hunermend Nûarîn a ji Ewropayê hat, Yûnûs Agirî yê ji Bakurê Kurdistanê, Koroya Jinên Rûs, Koma Govendê ya Medya, Ferman Patiyev, Ahmet Ahmedov, Amran û hunermendên herêmî derketin ser dikê.