Operasyonên qirkirina siyasî li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê dewam dikin. Li Amed, Şirnex, Osmanyiyeyê herî kêm 10 kes hatin binçavkirin, kese jî hat girtin. Li Îzmîrê jî rêveberên Partiya Şoreşger hatin binçavkirin.
AMED
Ji 14 kesên roja 12'ê Tebaxê li navçeya Bismil a Amedê hatin binçavkirin 14 kes hatin berdan, lê Mehmet Albay ê 37 salî ji bo bê girtin radestî dadgehê hat girtin. Dadgeha Tirk bi îdîaya 'propaganda rêxistinê kiriye' biryara girtina Albay da.
ŞIRNEX
Li Şirnex û Cizîrê di serdegirtina malan de, 9 welatî hatin binçavkirin. Danê sibehê leşker û tîmên taybet bi gelek wesayîtên zirxî bi ser taxên Nûr, Cûdî û Konakê yên Cizîrê de girtin û welatiyên bi navê Egîd Malgaz, Akîde Kalkan, Seît Ozdemîr û Îsmaîl Yanik binçav kirin. Polîsên ku bi ser mala Levent Bayar de girtin ji ber ku Bayar ne li mala xwe bû, nehat binçavkirin. Her wiha di serdegirtinên gundê Avgamasya yê Şirnexê de jî, Ozgur Taşarê berasteng, Mehmet Gungen, Vesîle Gungen, Ferhan Katar û Tahîr Gungen hatin binçavkirin. Li gorî agahiyan, welatiyên li Cizîrê hatine binçavkirin birine Midûriyeta Polîsan a Cizîrê û kesên ku li Şirnexê jî hatine binçavkirin li Qereqola Îkîzce tên girtin.
OSMANIYE
Li Osmaniyeyê, danê vê sibeyê polîsên Tirk avêtin ser mala hesabgirê Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Navendî Celal Eker. Eker ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin û ew birin Midûriyeta Emniyetê ya Osmaniyeyê.
ÎZMÎR
Li Îzmîrê polîsan avêtin ser malên endamên Partiya Şoreşger û rêveberên partiyê Ronî Goren û Mert Pekgoz binçav kirin.