Kongreya Gel a Mezopotamyayê, girtina rojnameya Ozgur Gundemê şermezar kir. Konseya Rêveber a Kongreya Gel a Mezopotamyayê, ku saziya siyasî ya gelê Asûrî-Suryanî ye, li ser girtina Ozgur Gundemê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Konseya Rêveber, dadgehên Tirk şiband rêxistinên AKP'ê yên navçeyan û diyar kir, bi fermana Tayyîp Erdogan, dadgehê biryar da rojnameya Ozgur Gundemê ku dengê mûxalîf ê gelên Tirkiyeyê, şoreşger û demokratan e, bigire. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Bêyî ku li benda qedandina dema dijderketina li biryarê bisekinin, tîmên taybet avêtin ser navenda rojnameyê û gelek xebatkar binçav kirin, rojname jî talan kirin."
'BI SEKNA XWE YA SERBILIND XWE GIHAND ROJA ÎRO'
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku AKP a faşîst û lîderê wê Erdogan, li şûna ku hesabê hevkariya xwe ya kûr a bi Cemaeta Gulen re bidin, êrîşî saziyên gelê Kurd dikin û hat gotin, "Lê wê bi ser nekevin. Rojnameya Ozgur Gundemê gelek rojnamevanên xwe yên hêja şehîd da, berdêlên giran da, avahiya wê ya navendî hat bombekirin, gelek caran hat talankirin û girtin. Lê belê dîsa jî bi serbilindî sekinî, serê xwe netewand û bi vî rengî xwe gihand roja îro. Çi dikin bila bikin, wê ti carî nikaribin Ozgur Gundemê bêdeng bikin, wê bi kadroyên hîn xurtir weşana xwe bidomîne û qirêjiya wan eşkere bike."
Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin, "Weke Kongreya Gel a Mezopotamyayê em piştgiriyê didin rojnameya Ozgur Gundemê.