Rewşenbîr û hunermend wê ji bo Ozgur Gundemê li Enqereyê bimeşin
Hewldana Rewşenbîr û Hunermendan a Enqereyê, ji bo piştgiriyê bidin rojnameya Ozgur Gundemê wê bimeşe.
Hewldana Rewşenbîr û Hunermendan a Enqereyê, ji bo piştgiriyê bidin rojnameya Ozgur Gundemê wê bimeşe.
Ahmet Tellî, Temel Demîrel, Sîbel Ozbûdûn û Yilmaz Demîral jî di nav de Hewldana Hunermend û Rewşenbîran a Enqereyê, ji bo meşa îro ya piştgiriya rojnameya Ozgur Gundemê banga kirin.
Di daxuyaniya li ser navê hewldanê de bang li her kesî hat kirin, ku îro saet di 18:00 de li Kolana Yukselê li hev bicivin.
Hunermend û rewşenbîran gotin, "Em xwedî li rojnameya xwe derdikevin" û ji her kesî xwestin piştgiriyê bidin Ozgur Gundemê.