Cemiyeta Rojnamegerên Azad daxuyaniyek nivîskî da û bibîr xist ku piştî hewldana darbeya 15’ê Tîrmehê û di çarçoveya Rewşa Awarte KHK, dest danîn ser dezgehên çapemenî- weşanan û rojnamevan hatin binçavkirin û girtin. Cemiyeta Rojnamegerên Azad destnîşankir ku bi piştî hewldana darbeyê bi gotina demokrasiyê welat ber bi tarîtiyê vet ê birin û wiha pê de çû: “Herî dawî di 16'ê Tebaxê de 8'emîn Dadgeha Ceza ya Sulh biryara girtina Rojnameya Ozgur Gundemê da.
Piştî biryarê polîsan bi ser avahiyê de girt û 24 rojnameger binçav kirin. Îktîdara AKP'ê bi girtina Rojnameya Ozgur Gundemê dixwaze denqê gel qut bike. Rojnameya Ozgur Gundemê ji roja dest bi weşanê kiriye heta niha gelek caran rastî êrîşan hatiye. Li gel hemû zext û êrîşên dijwar Rojnameya Ozgur Gundemê kevneşopiya xwe berdewam kiriye. Mîrateya Rojnameger Gurbetellî Ersoz û Musa Anter û gelê kurd ku li pey xwe hiştiye berdewam kiriye û bi şîara "Rastî di tariyê de namînin" heta îro anîye.
Li gel kuştin, girtin, binçavkirin û hemû zextên li ser Ozgur Gundem û xebatkarên wê dîsa bê navber weşana xwe heta îro aniye. Di şopa heqîqetê de rastiyan radigihîne gel. Her çend bi dehan caran hatibe sansurkirin û rastî êrîşan hatibe jî xwendekarên xwe ji rastiyan mahrum nekiriye. Piştî darbeya 15'ê Tîrmehê Îktîdara AKP'ê bi taybetî berê êrîşên xwe daye Çapemeniya Azad. Bi dehan caran malperên nuçeyan ên înternetê girt. Bi dehan xebatkarên wê binçav kirn û girtin. Çek xistin serê wan û herî dawî jî Ozgur Gundem girtin. Ev darbeya li dijî çapemeniyêye .
Em wekî Cemîyeta Rojnamegerên Azad li dijî vê bêhiqûqiyê bêdeng namînin. Em dixwazin bi lezgîn biryara girtina rojnameyê bê betalkirin û hempîşeyên me yên girtî serbest bên berdan. Me heta niha tu carî gav paşve neavêtiye û ji niha û şûnde jî em dê gavan paşve navêjin. Em dîsa diyar dikin ku em li cem Rojnameya Ozgur Gundemê ne. Em bang li hemû rojnameger, saziyên çapemeniyê, xwendekarên rojnameyê û hemû saziyên demokratîk û mafên mirovan dikin ku li cem Rojnameya Ozgur Gundemê bibin û piştevaniya xwe xurt bikin.”