Elmanya ji naveroka belgeya têkildarî Tirkiyeyê ne poşman e

Wezîrê Karên Hundir ê Elmanyayê Thomas de Maîzîere îdîa kir, ku eşkerebûna agahiyên li ser têkiliya Tirkiyeyê bi komên tund ên Îslamî re 'şaşitî' bû û destnîşan kir, ku ji ber naveroka vê belgeyê ew ne poşman in.

Di bersiva ji bo pêşnûmepirseke Partiya Çep de Wezareta Karên Hundir a Elman ragihandibû ku Tirkiye ji bo Îslamiyên tund bûye 'platforma çalakiyê' û hatibû destnîşankirin, ku ev agahî li gorî îstîxbarata pê bawer a Rêxistina Agahîgirtinê ya Federal (BND) hatiye dayîn.

NE POŞMAN E

Ji bo pirsa "Ji ber ku RBB beşa vê belgeyê ya li ser têkiliya Tirkiyeyê bi Îslamiyên radîkal weşandiye, hûn poşman in yan na" de Maîzîere got, "Tiştekî mirov jê poşman bibe, nehatiye kirin." De Maîzîere da xuyakirin, ku tespîta hatiye kirin, destnîşankirina rastiyê ye û diyar kir, ev agahî 'veşartî' ye.

Di bersiva ji bo pêşnûmepirsa Partiya Çep de, piştî ku hincetên 'Hikûmeta Tirk aciz kir' hatin weşandin, hatibû eşkerekirin ku di nava şert û mercên asayî de diviyabû Wezareta Karên Derve ya Elman bersiv bida. Wezareta Karên Hundir îdîa kir, ku ji ber 'şaşîtiya li buroya pêwendîdar' Wezareta Karên Derve ya bi rêveberiya Partiya Sosyal demokrat (SPD) tevlî mijarê nehatiye kirin.

Piştî ku derket holê, têkiliya Tirkiyeyê bi çeteyên li Sûriye û Iraqê re ji aliyê îstîxbarta Elman ve bi zelalî tê zanîn, hikûmeta AKP'ê careke din dest bi gef û şantajê kir. Wezareta Karên Derve ya Tirk, der barê mijarê de ji Elmanyayê xwest, daxuyaniyê bide.

TÊKILIYÊN QIRÊJ ÊN TIRKIYEYÊ BI 'ŞAŞITÎ' HATIN EŞKEREKIRIN

Televîzyona ARD'ê di bernameya ARD-Haûptstadtstudîo ya roja Sêşemê de, bersiva Wezareta Karên Hundir a Elman a ji bo pirsa endama Partiya Çep Sevîm Dagdelen, bi berfirehî eşkere kiribû. Hatibû îdîakirin ku hin beşên 'veşartî' yên bersivê, bi 'şaşitî' hatine eşkerekirin.