Li ser hikûmeta Elman zext tê çêkirin da ku belgeyên têkildarî Tirkiyê eşkere bike

Piştî ku agahiyên têkildarî têkiliya çeteyan û Tirkiyeyê yên Wezarata Karê Hundir a Elman gihabû ber raya giştî, li ser hikûmeta Merkel zext zêde dibin.

Hem SPD’ya şîrîkê desthilatdariyê û hem jî muxalefet daxwaz dike ku Meclîsa Federal were agahdarkirin.

Di bersiva pirsnameyê de ku Wezarata Karê Hundir dabû Partiya Çep (Dîe Lînke) Parlamenter Sevîm Dagdelen, cih dabû têkiliyên Tirkiyê yên bi komên Islamî yên  li Rojhilata Navîn. Di bersivê de, ku bersivan xwe dispar îstîxbarata Rêxistina Alman a Agahîstandinê a Federal (BND), tê diyarkirin ku Tirkiye,’’ji bo komên radîkal ên Islamî bûye platforma çalakiyê’’

ZEXTA AGAHÎDAYINA MECLÎSÊ

Nayê zanîn bê ka hikûmeta Yekîtiya Xiristiyan-demokratên sosyal (CDU-CSU-SPD) ya di serektiya Angela Merkel de, ku ji ber têkiliyên xwe yên bi Erdogan û hikûmeya AKP’ê gelek rexne lê hatiye kirin, bi zanebûn ev agahî derxistiye yan na. Lê wekîlên desthilatdariyê û muxalefetê daxwaz dikin ku agahiyên bi ‘’xefî’’ bersiv dane Dîe Lînkeyê bi Meclîsa Federal a Elman re werin parvekirin.

Berdevkê derve yê koma SPD’ê Rolf Mützenîch ku têkildarî mijarê bi rojnameya Frankfûrter Rûndschaûyê re axivî got, ‘tawanbariyên giran’ ên der barê Tirkiyê de ne û got, divê kitekitên van tawanbariyan bi meclîsê re werin parvekirin. Mütezenîch got, Tirkiye, weke ‘’platforma çalakiyan’’ tê navandin û got divê were zanîn bê ka, ‘’ev platform ji bo çalakiyên tundiyê tê bikaranîn yan na’’

 ‘NIRXANDINA TÊKILIYAN’ DIBE DIVÊTIYEK

Mützenîch got heyek were ispatkirin ku Tirkiye ji hêla komên radîkal ên İslamî ve ji bo çalakiyên tundiyê tê bikaranîn, got, ‘’ji nû ve nirxandina têkiliyan yên bi Tirkiyê re’’ dibe divêtiyek.

Serokê Koma Wekîlan ê Partiya Kesks ê di muxalefetê de Konstantîn von Notz jî got, agahihên ku têkildarî Tirkiyê hatine parvekirin heke ‘’nerîna’’ hikûmeta Federal jî bin, wê demê têkiliyên bi Erdogan re bêhtir bi guman dibin.

Endamekî dî yê Keskan Omîd Nourîpour got, ‘’rexneyeke wiha girîng divê bi raya giştî re were parvekirin û tenê divê di belgeyên bi ‘xef’’iyê hatine navandin, nemîne’’