Li Silopiya û Licê 5 kes hatin binçavkirin

Di serdegirtinên li Silopiyayê de 4 kes hatin binçavkirin, ku zarok jî di nav de heye. Li Licê jî Cîgirê Hevşaredar Kadîr Bayram hat binçavkirin.

Operasyonên qirkirina siyasî yên AKP/Qesrê dewam dikin. Polîsên dewleta Tirk avêtin ser malên li taxên Cûdî, Nûh û Ofîsê yên navçeya Şirnex Silopiyayê. Di serdegirtinan de 4 kes hatin binçavkrin, ku yek jê zarok e. V.O. ê 14 salî, Nazmî Okdem, Vedat Ozmen û kesekî navê wî nehat hînbûn, birin Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê. Sedema binçavkirina wan nehat zanîn. 

CÎGIRÊ HEVŞAREDARÊN LICÊ HAT BINÇAVKIRIN

Cîgirê Hevşaredarên Licê Kadîr Bayram ê bi wesayîta bi plaqeya fermî ji navçeya Licê diçû Amedê, li benda kontrolê ya polîsan hat li pêşiya navçeyê hat binçavkirin.

Der barê sedema binçavkirina Bayram de ti agahî bi dest neketin. Bayram birin Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê.