Cecîle: Pêwîstiya cîhanê bi nêrînên Asli heye, lewma divê bê berdan

Nivîskar Cecîle Oûmhanî nerazîbûn nîşanî girtina Asli Erdogan da û got, "Di vê demê de pêwîstiya cîhanê bi civaka azad û mirovahiya azad heye. Asli Erdogan yek ji parêzvanên van nirxan e. Girtina wê ne ya qebûlkirinê ye."

Girtina Endama Desteya Şêwirmendiyê ya Ozgur Gundemê Asli Erdogan û zextên li rojnameya Ozgur Gundemê tên kirin, li her devera cîhanê tên şermezarkirin. Helbest-nivîskara navedar Cecîle Oûmhanî ya 64 salî, ku ji nêz ve Asli Erdogan nas dike, ji ANF'ê re axivî.

'EM BI HEV RE LI SER AZADIYÊ DAXIVÎN'

Oûmhanî da xuyakirin, ku wê ji nêz ve Asli Erdogan nas dikir û destnîşan kir, ku kesayeteke Asli Erdogan heye, ku di nava her şert û mercî de dikare nêrînên azadîparêz biparêze. Oûmhanî got, "Dema Asli ji bo romana 'Kirmiz Pelerinli Kent - Bajarê ji Sermilê Sor' bi zimanê Fransî bide tercûmekirin hat Parîs, min ew nas kir. Piştî ku ev pirtûk li Fransayê hat weşandin, min yekser xwend. Bi rastî jî gelekî bandor li min kir. Dûre, kengî Asli dihat Parîsê em li cihekî bi hev re rûdiniştin, li ser wêje, azadî û cihên divê werin dîtin, daxivîn."

'ASLI NIVÎSKAREKE KU DI NAVA HER ŞERT Û MERCÎ DE NÊRÎNÊN XWE BILÊV DIKE'

Oûmhanî got, "Asli nivîskareke welê ye, ku nêrînên xwe di nava her şert û mercî de diparêze. Di dema herî xetere de jî nêrînên xwe diparêze" û wiha dewam kir: "Bi qasî ku tê bîra min, beriya du salan dema DAIŞ'ê êrîşî Kobanê kir, ji bo destekkirina Kobanê Asli dixwest hin nivîskarên ji her aliyên cîhanê, li ser sînorê Tirkiye-Kobanê li hev bicivîne. Ji bo vê organîzasyon dikir. Ez û hin hevalên min, yanî hin nivîskarên li Fransayê nikarîbûn biçin wê derê, lê ji bo destekkirinê me nivîsek nivîsandin û ji Asli re şandin. Asli piştre wêneyek ji desteka li wê derê kişand û ji me re şand. Em pê gelekî kêfxweş bûn."

'JI BO AZADIYÊ, PÊWÎSTÎ BI NIVÎSKARÊN AZADIYÊ DIPARÊZIN HEYE'

Oûmhanî got, "Cesareta Asli gelekî bandor li me nivîskarên Fransî kir. Ez û hevalên min, îro ji rewşa Asli niha tê de ye bi tirs û fikar in. Nexweşiyên Asli hene û bunyeya wê qels e. Lewma di binê çavan de nexweş ket. Divê were berdan."

Oûmhanî bibîr xist, ku azadiya ramanê mafekî bingehîn ê navneteweyî ye û got, "Kengî êrîş li vî mafê bingehîn tê kirin, kesên hedef tên girtin gelekî tên êşandin. Ji bo cîhan bi pêş ve biçe, pêwîstî bi civakeke azad û nivîskarên lêkolîner ên azad heye."

'PÊWÎSTIYA CÎHANÊ BI NÊRÎNÊN ASLI HEYE, LEWMA DIVÊ WERE BERDAN'

Oûmhanî destnîşan kir, ku pêwîstî bi nivîskarên mîna Asli di nava her şert û mercî de azadiyê diparêze heye û got, "Li gelek herêmên cîhanê pirsgirêkên cihêreng hene. Ji bo çareserkirina van pirsgirêkan pêwîstiya me bi mirovahiyeke azad heye. Pêwîstiya me bi civak û mirovahiya azad, ku hemû gefên li cîhana siberojê dixwe ji holê rakin û her tiştên li cîhanê fêm bikin heye. Yek ji parêzvanên vê yekê jî Asli Erdogan e. Pêwîste were berdan."