Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê operasyona ku ji bo rizgarkirina gundên di bin destê DAIŞ’ê de, dayî destpêkirin bi hemû leza xwe dewam dike. li Bakûr û Başûrê Minbicê 2 gund hatin rizgarkirin, 15 çete hatin kuştin.
ANF/ MAHÎR YILMAZKAYA
MINBIC
şemî, 20 gelawêjê 2016, 19:20
Piştî şerê ku nêzî saetekî li gundê Til Hozan û tesîta bêhnvedanê ya El Şexîr a dikeve Bakûrê Minbicê û şûn de, şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê gund ji çeteyên DAIŞ’ê paqij kirin. Di şerê li vê herêmê de 6 çete hatin kuştin, 5 cenaze li gel 5 çekên keleş û rext, çeka BKC û 10 bombeyên destan ketin destê şervanan.
OPERASYONÊN KU LI XETA BAKÛRÊ MINBICÊ BI DAWÎ BÛ
Meclîsa Leşkerî ya Minbicê têkildarî operasyona li djiî çeteyên DAIŞ’ê ya li eniya Bakûr dabûn destpêkirin daxuyaniyek da. Di daxuyaniya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê de hat diyarkirin ku operasyon di xeta parastinê ya Bakûrê Ava Sacûrê bi dawî bû.
Xeta parastinê ya şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ya ku li derdora Ava Sacûr a li xeta Bakûrê Minbicê li dijî çeteyên DAIŞ’ê, temam bûye, bal kişand li herêmên hatî rizgarkirin li hember êrîşên DAIŞ’ê ên ku bên li dar xistin,tedbîr hatine girtin.
Meclîsa Leşkerî ya Minbicê destnîşan kir ku şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê vegeriyane çeperên xwe yên li Başûrê Ava Sacûr û şervan li Bakûrê Ava Sacûr jî ketina pozîsyonên xwe parastinê. Weke Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bi vî awayî dawî li operasyonên herêmên xeta Bakûr hatine. Lê operasyon li Başûrê Minbicê dewam dikin.
OPERASYONÊN LI BAŞÛRÊ MINBICÊ DEWAM DIKIN
Piştî şerê dijwar ê li gundê El-Temîx ê li Başûrê Minbicê û şûn de ji çeteyan hete paqîj kirin. Di şerê li vir de 9 çete hatin kuştin, 4 keleş û 7 roketên RBG kete destê şervanan.
Pişît her 2 gund hatin rizgarkirin û şûn de di vê demê operasyonê de jimara gundên ku ji çeteyan hatin paqijkirin bû 16.