BI DÎMEN

Kurdên li Ewropayê çalakiyan bênavber didomînin: Ji Ocalan Re Azadî!

Kurd û dostên wan ên li Ewropayê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyên xwe didomînin. Kurdan dan xuyakirin ku heta agahiyê ji Ocalan werbigirin wê çalakiyên xwe bidomînin.

MARSÎLYA

Li bajarê Marsîlya yê Fransayê bi şîara “Ji Serok Apo re Azadî” çalakiyan dewam kir. Kurdistaniyên ku di pêşengiya Meclîsa Çandê stant danîn, belavok belav kirin û têkîldarî tecrîdê gel agahdar kirin. Li stantê ku rastî eleqeyek mezin a Fransiyan hat, stran jî hatin vekirin. Yên çalakî organîze kirin, da xuyakirin ku “Heta ji Serok Apo agahî bê wergirtin, wê çalakiyên me bidomin.”

MULHOUSE

Li bajarê Mulhouse yê Fransayê jî çalakiya ji Ocalan re Azadî hate lidarxistin.

Di çalakiyê de ku bi pêşengiya Ciwanên Azad li pêşiya gara trenê ya li herêma Strasboûrgê hate lidarxistin, li gel welatparêzan, çapemeniya Fransî jî amade bû.

Di çalakiyê de bal hat kişandin ku bi taybet piştî hewldana darbeyê ya 15’ê Tîrmehê fikarên têkîldarî rewşa Ocalan zêde bûne, hate xwestin ku derhal bê Ocalan re hevdîtin çêbibe.

Piştî danezana ji hêla CDKF’ê hatibû amadekirin hate xwendin, dirûşmeyên “Ji Ocalan Re Azadî, Ji Kurdistanê re Aştî”, “Bijî Serok Apo” û “Şehîd Namirin” hatin berzkirin.

Dema çalakiyê, faşîstekî Tirk hewla provokasyonê pêş xist. Tevî vê êrîşê jî ciwanên welatparêz bo xwînsarî provokasyon rawestandin û çalakî domandin.

Ciwanên Azad di daxuyaniya çapemeniyê de gotin; “Heta têkîldarî şertên jiyanê yên Rêbertiya xwe em agahiyê bi dest bixin û şertên tecrîdê bi dawî bibin, wê li Fransa û tevahiya Ewropayê çalakiyên me bidomin. Heta azadiya Ocalan pêk were jî wê hêrsa me kêm nebe.”

BERN

Çalakiya rûniştinê ya 3 rojan a li Bern a Swêdê, li Bahnofplatzê di roja duyê de didome.

Çalakî bi pêşengtiya Tevgera Jinên Kurd a Swêdê pêk hat, di çalakiyê de hate xwestin ku divê zû bersiv ji bo fikarên têkildarî jiyana Ocalan werin bersivandin û tecrîda li ser Ocalan were rakirin.

Di çalakiyê de bi sedan Kurdistanî û dostên wan hebûn, wekîlê Partiya Sosyalîst Margred Kîener Nellen daxuyaniyek da û got, ew li pişt têkoşîna kurdan in.

Di nav çarçoweya çalakiyê de şandeyek bi Wezareta Karê Hundir re hevdîtinek kir. Rayedarên wezaretê gotin, ew geşedanên li Tirkiyê ji nêz ve dişopînin û her wiha rewşa Ocalan jî û diyar kirin, heke her du alî jî bixwazin ew amade ne ku navbeynkariyê bikin.

Ji hêla DEM-KURD’ê ve daxuyaniyek hate dayin û hae gotin, bi banga KCDK-E li hemû navendên Ewropayê di heman demê de wê meş û mîtîng were kirin û hate xwestin ku her kes xwe tevlî van meş û çalakiyan bike. Ji bo meşa sibe ya ber bi Parlamentoya Bernê ku saet 15.00’an ji Hîrschengrabenê wê dest pê bike, hemû Kurdistanî û dostên wan ên Swêdê hatin vexwendin.

Her wiha xebatkarên meclîsa DEM-KURD’ê bi şaredariya Freîbûrgê û rayedarên parlamentoya kantonê re axivîn û têkildarî tecrîdê dosyayek dan.

INNSBRUCK

Li Însssbrûcka Ewûstûryayê tecrîda domdar a li ser Ocalan hate şermezarkirin.

Li ber peykerê Annsaûle ya Înnsbrûckê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk standeke vekir û li standê pankarta ‘’Ji Ocalan re azadî’’ hate daliqandin. Ciwanan têkildarî tecrîdê belavok belavkirin.

READING

Li Readînga Ingilîstanê ciwanên Kurd ji bo ku balê bikişînin tecrîda li ser Ocalan çalakiya pankartê li dar xistin.

Ciwanan li kolana herî şên bi ingilizî pankarta, ‘’Ji Ocalan re azadî’’ daliqandin û tecrîd şermezar kirin. Ciwanan gotin ew ê li hemû devera Ingilîstanê di nav çalakiyan de bin û ji bo ku dawî li tecrîdê were bang li her kesî hate kirin ku bikevin nav çalakiyan.

MESCHEDE

Li Meschede ya Elmanya Komûna Jin Arjîn îro dosyayek da rojname û radyoyên herêmê. Di dosyayan de têkildarî tecrîda li ser Ocalan agahî hebûn. Sazihên ku dosya dane wan ev in: "Westfalen Post, Radio  Sawarland, Sawarland kurier."

BIELEFELD

Li Bîelefeld a Elmanya pankarta bi navê ‘’Li dijî tecrîda li ser Rêber Apo  tolhildan, ji bo gelê Kurdistanê tolhildar’’ hate daliqandin.

Ciwanan tecrîda li ser Ocalan şermezar kirin û bi bang li hemû ciwanên Kurd kirin da bi ku giyanê tolhildanê rabin ser piyan

HEILBRONN

Li Heîlbronn a Elmanya Jinên Ciwanên Azad çalakiya pankartê kirin, ji Ocalan re azadî xwestin. Li ser pira ji Heîlbronnê diçe Stûttgartê pankarta bi navê ‘’Freîheît für A. Ocalan’’ hate daliqandin.

 

...