‘Ji bo azadiya Serok Apo divê her kes li qadan bin’
Kurdistaniyên li Ewropayê gotin, “Azadiya Ocalan azadiya me ye”, daxwaz kirin ku tecrîda li ser Ocalan derhal bê rakirin.
Kurdistaniyên li Ewropayê gotin, “Azadiya Ocalan azadiya me ye”, daxwaz kirin ku tecrîda li ser Ocalan derhal bê rakirin.
Kurdistanî û dostên wan ên piştî hewldana darbeyê ya 15’ê Tîrmehê ji jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ketine nav fikaran, daxwaz kirin ku tecrîda li ser Ocalan demildest bê rakirin.
Ji Kurdistaniyên ku li Swîsreyê bi armanca daxwaza azadiya Ocalan derketin qadan, Nezahet Erguneş, Hamît Baldemîr û Saadet Kûran îfade kirin ku Ocalan ji bo wan sedema jiyanê ye, destnîşan kirin ku ji bo azadiya Ocalan pêwîst e her kes li qadan bin.
BALDEMÎR: OCALAN DAHATUYA GELAN E, TECRÎD NAYÊ QEBÛLKIRIN
Hamît Baldemîr got, divê polîtîkayên tecrîdê yên li ser Ocalan bi dawî bibin û wiha pê de çû, ‘’Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hem ji bo gelê Kurdistanê hem yên Tirkiyê û hem jî yên Rojhilata Navîn xwedî girîngiyeke mezin e. Ti caran nayê qebûlkirin ku li ser lîderekî wiha muameleyên taybet ên bi vî rengî werin kirin. Nêzîkatiya li dijî Ocalan çawa ku li dijî mirovahiyê be her wiha ev tecrîd helwesteke li dijî têkoşîna şoreşê ya gelan.’’
Baldemî hewldana darbeyê ya li Tirkiyê bi bîr xist û got, ‘’Yek ji hedefa vê darbeyê jî Rêber Apo bû. Piştî hewldana darbeyê me ji Rêber Apo agahî nestand, em vê rewşê bi tundî şermezar dikin û daxwaz dikim ku di zûtirîn demê de têkildarî rewşa Rêber Apo raya giştî were ronîkirin.’’
ERGUNEŞ: RÊBER APO CIHÊ ME YÊ HERÎ NAZIK E
Yek ji Kurdistaniyeke dî Nezahet Erguneş jîg ot divê di zûtirîn demê de tecrîda li ser Ocalan were rakirin, diyar kir ku Ocalan cihê herî nezik ê gelê Kurd û jina Kurd e û wiha pê de çû, ‘’Ocalan di zûtirîn demê de divê bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Muzakereyên li gel Ocalan divê dîsa werin destpêkirin û kêlî beriya kêliyekê zexta li ser gelê Kurd û polîtîkaya tundiyê divê bi dawî were.’’
KURDAN: ROJ ROJA AZADIYA RÊBERTIYA ME YE
Kurdistaniyeke dî Saadet Kuran slav li Imraliyê kir û got: ‘’Em careke dî li qadan in û dibêjin em tecrîda li ser Rêber Apo pesend nakin. Îro her çendî ramanên Ocalan di pêşiya têkoşînê de bimeşe jî em êdî azadiya Rêbertiya xwe dixwazin. Roj roja azadiya Rêbertî ye, em ê dev ji vê neqerin. Bînalî Yildirim jî divê baş zanibe ku Ocalan dahatuya Tirkiyê ye. Tekane hêza ku wê Tirkiyê ji krîzê derbixîne Ocalan e. Em jin heta bi mirinê em ê li pey Rêberê xwe bin û ji vê nayên xwar.’’