Li Taxên Neşwa Şerqî û Mesakîn şerê dijwar diqwimin

Li Taxên Neşwa Şerqî û Meskîn ên Hesekê di navbera YPG’ê û hêzên rejîmê de di saetên şevê de şerê dijwar qewimî.

Li Taxên Neşwa Şerqî û Mesakîn di navbera şervanên YPG/Asayîş û hêzên HPC’ê û rejîma Baasî û çeteyên peremilîter/endamên Hizbulah ên Îranê de şer dewam dikin.

Di şerê ku saet 07:00’an de kêm bûyî , di saet 18:45’ê şevê de carekî din li derdorî postaneya girêdayî Neşwa Şerqî û Mesakînê de dijwer bû.

Hat diayrkirin ku hêzên rejîmê û çeteyên peremilîter bi hewanan êrîşî cihê ku welatiyên sivîl lê dijî dike, têkildarî şer hê agahiyên zelal negihiştine destê me.