BI DÎMEN

Li Stûttgart ji bo azadiya Ocalan çalakî

Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di standa çalakiya ku li Stûttgartê hate lidarxistin de, jinan diyar kir ku azadiya Ocalan tê wateya azadiya hemû jinan.

Li qada Schlossplatz a Stûttgart di pêşengtiya jinan û ciwanan de konê kampanyaya îmze û enformasyonê hate lidarxistin. Di standê de piştîvanên Elman, Fransî û Yewnanî eleqeke  mezin dîtin.

Jinan  û ciwanan kesên ku hatin ziyaretê têkildarî pêvajoyê û tecrîdê agahdar kirin, her wiha têkildarî tecrîda girankirî ya li ser Ocalna jî belavok hatin belavkirin. Di çalakiyê de bi sedan îmze hatin komkirin.