Heyeta HDP’ê ya ku di bin serokatiya Demîrtaş de wê ber bi Başûrê Efrîqayê ve bikevin rê

Heyeta HDP’ê ya ku di pêşengtiya Demrîtaş de, wê bi hikûmeta Başûrê Efrîqa û derdorên mafê mirovan re hevdîtinan bikin.

Heyeta HDP’ê ya ku di pêşengtiya Hevserokê Giştî yê HDP’ê Salahattîn Demîrtaş de, diçe Başûrê Efrîqayê. Di nava heyetê de Parlementera Wanê Bedîa Ozgokçe û Parlementerê Rihayê Osman Baydemîr jî cih digirin.

Heyet wê 21, 28’ê Tebaxê wê li bajarê Cape Town ê Başûrê Efrîqayê hevdîtina bike.

Heyet, wê bi Alîkarê Serokê Karê Derve yê Başûrê Efrîqa Nomaîndiya Mfeketo, Wezîrê Karê Hindir ê Konseya Netewî ya Efrîqa (AND) û di heman demê de, wê bi Wezîrê Derdorê Parêziyê Molewa û bi Serokê Dewleta Komara Başûrê Efrîqa Jacop Zûma û Şêwirmendê Parlementoyê Ebrahîm Ebrahîm re hevdîtinan li dar bixin.

Her wiha, di daxuyaniya ku ji aliyê Buroya Çapemeniya HDP’ê ve hate kirin wiha hatibû gotin: “Heyeta me, li ser têkolîna ku mafê mirovan a li Tirkiyeyê wê bi rêxistinên civaka sivîl ên Başûrê Efrîqayê re pêvajoyekî ya diyalogê daye destpêkirin û têkildarî bûyerên ku li Rojhilata Navîn pêş dikevin, ji bo balê bikişîni ser û der dor hestyar bike wê beşdarî konferansekê jî bibe.”