Raportorên NY têkîldarî mafên mirovan dengê xwe li AKP’ê kirin
19 pispor û raportorên di bin sêwana Komîsertiya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (OHCHR) de dixebitin, ji bo Tirkiye li beramberî mafên mirovan rêzdar be dengê xwe lê kirin.
19 pispor û raportorên di bin sêwana Komîsertiya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (OHCHR) de dixebitin, ji bo Tirkiye li beramberî mafên mirovan rêzdar be dengê xwe lê kirin.
Di bangê de hate destnîşankirin ku Tirkiyeyê xala 4’emîn a Hevpeymana Navneteweyî ya Mafên Ferdî û Siyasî ku sala 2013’an pejirandibû, xistiye meriyetê û hin maf taloq kirine, hate bibîrxistin ku ev tenê dema ji ‘hebûna neteweyî re tehdîd hebe’ derbasdar e. Raportoran diyar kirin ku ev xala hevpeymanê mafên ferdî û siyasî sînordar dike.
Raportoran bal kişandin ku dema rewşên awarte de jî wezîfeyên mîna parastina ferd, qedexekirina êşkenceyê, têkoşîna bi cihêkariyê re, parastina bawerî û nêrîna her kesî, dadgeriya adil hene.
Di bangê de hate gotin ku bikaranîna xala 4’emîn ji bo Tirkiyeyê nayê wê wateyê ku wezîfeyên di çarçoveya ICCPR de pêk nayne, destnîşan kir ku sînordarkirina tevdîran, ‘berpirsiyariya qanûnî’ ya dewletan e. Di bangê de hate bibîrxistin ku piştî hewldana darbeya 15’ê Tîrmehê bi hezaran kes hatine girtin, hate diyarkirin ku têkîldarî êşkence û şertên giran ên girtinê îdîa hene.
Raportoran destnîşan kirin ku her çiqasî ‘xwe li hîsa krîzê ya li Tirkiyeyê nagirin jî’, sînordarkirina hikûmeta ya di qada mafên mirovan de êdî ev rewş jî derbas kiriye.
Herî dawî raportorên NY bang li Tirkiyeyê kirin ku di pêvajoyên krîzê de hiqûqê bidin xebitandin. Di bangê de hate gotin ku Tirkiye di merheleyek krîtîk de ye, hişyarî hate kirin ku divê biryarnameyên tên bikaranîn ‘welat ber bi krîzek hê mezintir ve nebin.’