Li Saratovê pîrozbahiya 15’ê Tebaxê: Li derdora Ocalan em bibin yek
Kurdistaniyên li Rusyayê, Pêngava 15’ê Tebaxê bi çalakiyekê pîroz kirin.
Kurdistaniyên li Rusyayê, Pêngava 15’ê Tebaxê bi çalakiyekê pîroz kirin.
Kurdistaniyên li bajarê Saratovê yê Federosyona Rusyayê, li navçeya Dergaçiyeyê salvegera 15’ê Tebaxê pîroz kirin. Çalakiya ji aliyê Otonamiya Kurdên Saratovê ve hat amadekirin, bi rêzgirtina ji bo cangoriyên Tevgera Azadiya Kurd ve hat destpêkirin. Piştî rêzgirtinê, peyama Fermandarê Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan hat guhdarkirin.
‘EM DEYNDARÊN RÊBER APO Û PKK’Ê NE’
Di çalakiya Mala Çandê ya Dargaçiyeyê de Rêveberê Otonamiya Çanda Kurdan a Saratovê Siyabend Yusubov axivî û wiha got; “Tevgera Azadiya Kurd bi têkoşînek mezin ve bindestiya gelê Kurd xilas kir. Îro em serbilindiya xwe deyndarê Rêber Apo û PKK’ê ne. Lê, êrîşên qirkirinê û polîtîkayên îmhakirinê berdewam dikin. Gelê Kurd eger destkeftiyên xwe neke bin ewlehiyê, wê ev destkeftiyên ku bi bedelên giran hatine qezençkirin jî ji destê me biçin. Em van destkeftiyan bi yekbûna li derdora Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bi girêdanbûna îdeolojiya wî ve dikarin biparêzin.”
Çalakî bi peyamên rêveberên gelên cuda ve berdewam kir. Her wiha pîrozbahî bi stranên Nûarîn, Ferman Patiyev, Ahmet Ahmedov, Amran, koma govendê û hûnermendên herêmî dewam kir.