Welatiyê Swêdê ji Tirkiyeyê hat dersînorkirin

Ciwanê Kurd Arvîn Erdem ê li bajarê Borlange yê Swêdê dijî, li Balafirgeha Sabîha Gokçen a Stenbolê bêyî hincetek bê nîşandan hat binçavkirin û piştî sê rojan bi îdîaya ku gefê li ewlekariya welêt dixwe, hat dersînorkirin.

Erdem ê ku par lîse qedand, ji bo xizmên xwe yên li Kurdistanê ziyaret bike, ji Stockholmê berê xwe da Amedê. Lê belê, dema ku li Stenbolê balafir diguherand ji bo biçe Amedê, ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin.

Erdem der barê mijarê de ji me re axivî û diyar kir, piştî ku ew daket Balafirgeha Sabîha Gokçen û ji kontrola pasaportê derbas bû, kêm ma bû li balafira diçe Amedê siwar bibe, kesekî li milê wî da, jê xwest pasaporta xwe nîşan bide û got, "Ji ber ku kincê wî sivîl bû, min nexwest pasaporta xwe nîşanî wî bidim. Dema ku ji bêrîka xwe nasnameya polîs derxist, tevî ku bi guman bûm bê polîse yan na, min pasaporta xwe nîşanî wî da. Ez bir odeyekê. Telefon û pasaporta min ji min stand û ji odeyê derket. Piştre yek hat û bêyî tiştekî bêje li nava walîzê min geriya. Piştî wextekê ez birin odeyeke din. Kesekî bi Kurdî daxivî ji min pirsî ku çima hatime Tirkiyeyê, ez ê bi ku ve biçim, navên dayik û bavê min çi ye."

TÊKILIYA MIN A BI DERVE RE BIRÎN

Arvîn Erdem da xuyakirin, ku piştî lêgerînê ew birine odeyeke sê kes lê bûn û li vê odeya ku kesên ji bo dersînorkirinê lê dihat ragirtin, bi telefona kesekî li bavê xwe geriya ye, jê re rewş ragihandiye û got, "Kesê ku telefona xwe da min piştî nîv saetê birin odeyeke din. Lewma têkiliya min a bi derve re bi temamî qut bû."

Erdem da zanîn, ku di nava 3 rojên li binê çavan de, wî çend caran pirsiye bê çima nahêlin ew biçe Tirkiyeyê, lê ti bersiv jê re nehatiye dayîn. Erdem da xuyakirin, ku wî ji wan re gotiye, ew rewşa li Kurdistan û Tirkiyeyê bi rêya medyayê dişopîne, lê ne endamê ti komele yan jî partiyekê ye, bi polîtîkayê re zêde eleqedar nabe û got, "Ji ber ku dizanim bê bi çi rengî nêzî Kurdan dibin, min xwe amade kiribû. Lê dîsa jî min texmîn nedikir tiştekî bi vî rengî bê serê min."

BI HINCETA 'GEFÊ LI EWLEKARIYA WELÊT DIXWE' HAT DERSÎNORKIRIN

Erdem ê ku sê rojan li balafirgehê hat sekinandin, bi sûcdariya ku gefê li ewlekariya welêt dixwe, li balafirekê hat siwarkirin û hat dersînokirin.

Arvîn Erdem kurê Endamê Meclîsa Şaredariya Borlange û Endamê Desteya Rêveberiya Bajêr a Partiay Sosyal Demokrat Josef Erdem û Hunermenda Kurd Sûzan Barmanî ye. Josef Erdem binpêkirinên mafên mirovan ên li Kurdistan û Tirkiyeyê gelek caran hem di Meclîsa Şaredariyê hem jî çapemeniya Swêdê de bilêv kiribû û rexneyên tund li hikûmeta AKP'ê û Erdogan kiribû.

EM Ê SERÎ LI RÊYÊN HIQÛQÎ BIDIN

Bav Erdem spasiya rayedar û gelê Swêdî kir ku xwedî li kurê wî derketine û got, "Kurê min serbest hat berdan, lê belê em ê qebûl nekin ku bi tenê ji ber Kurdbûna xwe bi hinceta 'gefê li ewlekariya welêt dixwe' hatiye dersînorkirin. Ev yek binpêkirina mafê gerê yê mirovan e. Hewl dan kurê min ê ku ti gunehekî xwe nîne, sûcdar nîşan bidin. Lewma em ê serî li rêyên hiqûqî bidin. Eger em vê nekin, wê rejîma AKP'ê û Erdogan van kiryarên xwe zêdetir bikin."