Ji bo Mûstafa Çelîk 3 sal cezayê hepsê hate xwestin

Ji bo Siyasetmedarê Kurd Mûstafa Çelîk ku li Elmanyayê hate girtin, 3 sal cezayê hepsê tê xwestin.

Di doza Mûstafa Çelîk de ku di çarçoveya xala 129 b a qanûna cezayê de sala 2002’yan kete meriyetê, bi îdîaya “Endamê rêxistina terorî ya li derveyî welat çalak e’, dozgeriyê 3 sal cezayê hepsê xwest. Di dozê de ku serê meha Nîsanê li Dadgeha Bilind a Eyaleta Celleyê destpê kir, wê di vê hefteya pêş de Çelîk û parêzerên wî parastina xwe ya dawî bikin. Tê payîn ku biryar di dawiya vê mehê de eşkere bibe.

Di îdîanameya dozgeriyê de wek dozên tevahî siyasetmedarên Kurd ên ji xala 129 b tên darizandin ti sûcdarkirinek şênber nîne, hate îdîakirin ku Çelîk li bajarên Oldenbûrg û Hambûrgê wek rêveberê PKK’ê bexş kom kiriye û aktîvîteyên propagandayê li dar xistine.

BAL KIŞANDIBÛ SER TECRÎDÊ

Mûstafa Çelîk ê 39 salî ku sala bihurî li Bremenê hatibû girtin, di parastina xwe ya doza yekem de bal kişandibû ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Çelîk, DMME û CPT’e ji ber bêdengiya wan şermezar kiribû, gotibû li beramberî giştî hewldanên gelê Kurd ên aştixwaz jî Erdogan û ekîba wî di şer de bi israr in û şerekî giştî dane destpêkirin. Çelîk gotibû, “Li hember vê hovîtiyê bêdeng dimîne, şirîkê vê qetlîamê ye”, diyar kiribû ku “Eger hûn naxwazin bibin şirîkê vî sûcî, daxwazên demokratîk û qanûnî yên gelê Kurd bibînin.”

Li Elmanyayê, niha 12 siyasetmedarên Kurd girtî ne.