Balûken: Deklarasyon firsendeke dîrokî ye

Balûken deklarasyona KCK'ê nirxand û got, "Deklarasyon firsendeke dîrokî ye, divê bê dîtin" û bang li hêzên demokrasî û aştiyê jî kir, ku xwedî li vê bangê derkevin.

Endamê Heyeta Îmraliyê û Cîgirê Koma HDP'ê Îdrîs Balûken, deklarasyona çareserî û muzakereyê ya KCK'ê nirxand.

Balûken da xuyakirin, ku ev deklarasyon firsendeke dîrokî ye û got, "Bi ya me, divê ev firsen rast bê dîtin û nirxandin." Balûken diyar kir, mîna demên bihurî pêwîste di vê demê de jî firsendên dîrokî ji dest neyên revandin û got, "Bi taybetî, girîng e hêzên demokratîk û aştiyane xwedî li vê bangê derkevin û bi berprsiyariya vê bangê rabin."

HEYET WÊ ROJA DUŞEMÊ DAXUYANIYÊ BIDE

Balûken da zanîn, ew ê roja Duşemê daxuyaniyekê li ser mijarê bidin û got, "Gelekî girîng e, dewlet û hikûmet jî bi mejiyekî rasyonel û kolektîf nirxandinekê bikin, li gorî vê nirxandinê ji bo siberoja demokratîk a Tirkiye û tevahiya herêmê helwestek were nîşandan. Bi rêya vê bangê, hêza darbeyê dikare bê sekinandin û şert û mercên rewşa demokrasiyê dikarin bên afirandin. Weke Heyeta Îmraliyê em vê bangê gelekî girîng, hêja û dîrokî dibînin. Lewma weke heyet, em ê li hev bicivin û rewşê binirxînin. Weke Heyeta Îmraliyê em ê roja Duşemê nêrînên xwe yên li ser mijarê bi raya giştî re parve bikin."

Îdrîs Balûken destnîşan kir, ku di nava du sal û nîvan de wan dîtin, rewşa şer û kuştinê dikare bi hêsanî ji holê were rakirin û got, "Ji hewa, av û nan bêhtir pêwîstiya me bi aştiyê heye. Em di wê abweriyê de ne, ku di rojên bi vî rengî de divê her kes bi berpirsyariya xwe rabe. Bi taybetî berpirsyariyeke dîrokî li pêşiya hikûmet û dewletê ye."

Balûken işaret bi tecrîda giran a li Îmraliyê kir û got, "Ferzkirina vê tecrîda bêwate, neçareseriya pirsgirêkê radixe pêş çavan. Em ê nêrînên xwe yên li ser nirxandina vê firsenda dîrokî ji mûxataban re ragihînin. Di vî warî de, HDP ji roja destpêkê ve di nava hewldaneke berfireh de ye. Em hêvîdar in wê hêviya aştî û çareseriyê ya pêwîstiya Tirkiyeyê pê heye, ji nû ve bafire û gavên ji bo aştiyeke mayînde werin avêtin."