Li Kopenhatng ji bo Ocalan çalakiyên kon, keştî û bisiklêtan
Li paytext Kopenhag a Danîmarkayê ji bo azadiya Ocalan çalakî û aktivîte dewam dikin.
Li paytext Kopenhag a Danîmarkayê ji bo azadiya Ocalan çalakî û aktivîte dewam dikin.
Li paytext Kopenhag a Danîmarkayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî dewam dikin.
Li paytextê ji bo azadiya Ocalan di pêşengtiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (DKTM)her roj çalakî û aktivîteyên cûda bi cûda li dar dixin. Di vê çarçoveyê de, ji roja Pênçşem û vir ve her roj saet di 18:00-22:00’an de konê agahdarkirinê tê vekirin û sînevziyon tê pîşandan. Li gel vê jî li der dora konê jî aktivîteyên cûda tên organîzekirin.
Ciwanên ku li Kopenhang dijîn,bi pankartên ku ji bo azadiya Ocalan û PKK’ê ji ‘lîsteya terorê’ bê derxistin li keştiyên ku gerştayaran digerînin ve daleqandin. Keştiya ku pankart lê hatî daliqandin bi saetan di nava bajêr de tur avêtin.
Dîsa îro bi dehan kes bi daxwaza azadiya Ocalan bi bisiklêtan li derdora kon kom bûn û li rêyên herî qelebalix yên bajêr de bi al û dovîzan geriyan.