BI DÎMEN

Li 3 welatan azadiya Ocalan hate xwestin

Li Italya, Awûstralya û Fransayê çalakiyên ji Ocalan re azadî dewam kirin.

Kurdîstanî û dostên wan ên li Ewropayê, çalakiyên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didomînin.

GROSSETO

Li bajarê Grosseto yê Îtalyayê, li bajarokê Castel Del Pîano pîrozbahiya 15’ê Tebaxê hate lidarxistin.

Di pîrozbahiyê de Siyasetmedarê Kurd Îdrîs Guzel axivî, diyar kir ku ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berxwedana li ser xeta 15’ê Tebaxê pêwîst e.

Di pîrozbahiyê de ku hunermend Serhedo cihê xwe tê de girt, Serokê Şaredariya Castel Del Pîano jî amade bû û ragihand ku heyranê têkoşîna Kurdan a li dijî DAÎŞ’ê ye.

MELBOÛRNE

Li bajarê Melboûrne yê Awûstralya jî Kurd û dostên wan ji bo azadiya Ocalan daketin qadan.

Çalakiya ku ji hêla Navenda Civaka Demokratîk a Kurdistaniyan a Vîctoria NAV-KURD’ê hate lidarxistin, li Qada Federasyonê pêk hat. Komaleya Jina Kurd, Awûstralyayiyên Ji Bo Kurdistanê û Navenda Çandê ya Anatolyayê jî bi tevlîbûna xwe ve destek dan çalakiyê.

Li ser navê KNK’ê Mahmût Kahraman axivî, bal kişand ku azadiya Ocalan azadiya Kurdan û Rojhilata Navîn e, got heta azadiya Ocalan bi dest bixin wê têbikoşin.

Hozan Xanemîr jî destnîşan kir ku Ocalan ji bo gelên Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn projeya çareseriya demokratîk pêşkêş dike.

PARÎS

Li paytexta Fransa Parîsê jî Navenda Civaka Demokratîk a Villeneuve Saint Georges ji bo azadiya Ocalan li ber Şaredariya Villeneuve Saint Georges mîtîngek li dar xist.

Di mîtîngê de Hevserokê CDK-F’ê Vedat Bîngol axivî û got; “Ev tecrîda li ser Rêbertiya me ji bo gelê Kurd sedema şer e. Heta em ji Rêbertiya xwe agahiyê bigirin, wek Kurdistaniyên li Fransayê pêwîst e yekane rojeva me Rêbertî be. Heta azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk were divê em her tim di nav çalakiyan de bin.”

Di çalakiyê de jinan eleqeyek mezin nîşan dan, alên Ocalan hatin rakirin.  

 

...